Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê birêvebiriya Serokê Dewletê Nicolas Maduro ragihand ku 5 hezar û 600 leşkerên nû sond xwariye û tevlî Hêzên Çekdar ên Neteweyî yên Bolîvaryayî (FANB) bûne.
Di daxuyaniya hikûmetê de hat diyarkirin ku bi sedema "zêdebûna gefên emperyalîst" 5 hezar û 600 leşkerên nû tevlî artêşê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev pêngav bersivek e li dijî gefên Amerîkayê û fîloya leşkerî ya Amerîkayê ya ku li Karayîpan hatiye bicihkirin.
Hat tomarkirin ku leşkerên nû sond xwariye ku dilsozê Maduro bin.
Her wiha teqezî li ser wê yekê hat kirin ku FANB "stûna aramî, aştî, ewlehî û paşeroja" Venezuelayê ye.
"Bi hezaran ciwan tên"
Fermandarê FANBê General Javier Jose Marcano ji televizyona dewletê VTVyê re axivî û diyar kir ku serlêdanên ji bo tevlîbûna artêşê zêde bûne û got:
"Niha emperyalîzm bi awayekî neyasayî, kêfî, bi derewan û quretî gefan li welatê me dixwe.
Gele me, bi taybetî ciwan bi hezaran tên da ku tevlî Hêzên Çekdar ên Neteweyî yên Bolîvaryayî bibin."
Li gorî amarên fermî, li Venezuelayê nêzîkî 200 hezar leşker û 200 hezar polîs hene.
Her wiha bi milyonan endamên milîsên yedek jî hene.
Mirina siyasetmedarê mixalif
Li aliyê din, Wezareta Xizmetguzariyên Girtîgehan a Venezuelayê li ser mirina siyasetmedarê mixalif Alfredo Diaz daxuyaniyek belav kir.
Mixalefet û Amerîka hikûmetê ji mirina wî berpirsyar dibînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parêzgarê berê yê eyaleta Nueva Espartayê Diaz 6ê Kanûna Pêşîn ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de îdiayên mixalefetê yên li ser şkence û miameleya xerab hatin redkirin.
Serkirdeyên mixalefetê Maria Corina Machado û Edmundo Gonzalez daxuyaniyeke hevpar da.
Wan mirina Diaz wekî "mînakeke zexta dewletê ya ku berdewam dike" pênase kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse