Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derketina DAIŞê bi polîtîkaya Amerîkayê ya li Îraqê ya “Paqijkirina ji Beasê” re têkildar kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn, aloziya bi Îranê re û pêwendiyên Washington-Bexdayê ji NBC Newsê re axivî.
Trump behsa şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de yê hezîrana borî û destwerdana (midaxele) Amerîkayê kir û piştrast kir ku balafirên bombebaranan ên B-2 yên Amerîkayê tesîsên nukleer ên Îranê kirine armanc.
Trump bal kişand ser serkeftina operasyonê û got:
"Tenê mehek mabû Îran bigihe çekên nukleer lê me li hemû armancan û tiştek li dû xwe nehişt, me ew tesîs wêran kirin.
Bi vî awayî êdî welatên Ereb ji gefa Îranê natirsin."
Di wî şerî de artêşa Amerîkayê tesîsên nukleer ên girîng ên Netenz, Fordo û Îsfehanê kiribûn armanc.
Trump diyar kir ku piştî êrişê, birêvebiriya Tehranê hewl dabû çalakiyên xwe yên meyandina uranyumê bibe cihekî din lê wan ev yek tesbît kiribû û Îran bi tundî hişyar kiribû.
Piştî ku Donald Trump destpêka sala 2025an careke din vegeriya Koşka Spî, pêwendiyên Washington-Tehranê ketibûn serdemeke nû ku aloziyên leşkerî û siyasî gihiştibûn lûtkeyê.
"Şaşiyên Amerîkayê DAIŞ ava kir"
Trump di hevpeyvînê de behsa rewşa Îraqê û polîtîkayên berê yên Amerîkayê jî kir û birêvebiriyên berê yên Amerîkayê bi tundî rexne kirin.
Trump bi taybetî diyar kir ku qanûna "Paqijkirina ji Beasê" ya ku piştî sala 2003yan hatibû pêkanîn şaşiyeke mezin bû û got ku vê biryarê li herêmê fitîla kaosa pê xistiye.
Trump belavkirina artêşa Îraqê û burokrasiyê rexne kir û wiha axivî:
"Li Îraqê her kes ji kar avêtin. Ne generalek hiştin ne jî berpirsek ku welat bi rê ve bibe.
Vê yekê valahiyeke mezin a desthilatdariyê û tevlihevî çêkir.
DAIŞ tam ji vê hawîrdorê derket. DAIŞ ji wê artêşa belavkirî û ji wan kesên ku hatin dûrxistin derket, van polîtîkayan ew ava kirin.
Di wê serdemê de pêvajo gelekî xerab hat birêvebirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse