Malbateke Efrînî ji Almanyayê banga aştiyê dike

10-02-2018
RÛDAW
Almanya
Almanya
Nîşan Efrîn Malbat Almanya Aştî Bangewazî
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Malbateke Efrînî ji Almanyayê bi dilekî birîndar kêlî bi kêlî nûçeyên derbarê Efrînê de dişopînin û banga aştiyê bo Efrînê dikin.

 

Dîmenên bombebarankirina Efrînê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve, malbata Îbrahîm nîgeran û bêzar kiriye û dibêjin: “Li vê xerîbiyê tenê xem û xefet bo me maye.”

 

Îbrahîm wiha dibêje: “Dil û mêjiyê me li ba wan e. Em gelekî ditirsin, nizanin çi bi sere wan tê. Carna ji me re dibêjin; ‘em dixwazin bimrin’. Dema tiştekî wiha dibêjin, em gelekî bêzar û xembar dibin. Em tenê wek laş li vir in, lê bi dil û mêjî ligel xwîşk, bira, meriv, kesûkar û xelkê bajarê xwe ne.”

 

Îbrahîm û malbata xwe sê sal e li Almanyayê dijîn. Ew jî ji ber tirsa şer reviyane. Piraniya meriv û kesûkarên wan li Efrînê ne. Loma dilê wan li em wan e, lê ji ber têkçûna xeta internetê li Efrînê, bi zorê dikarin peywendiyê ligel merivên xwe deynin.

 

Piştî çendîn hewldan, dawî Nîgara hevjîna Îbrahîm karî ligel xwîşka xwe biaxife û pirsa rewşa wan bike. Nîgar, bi çavê tejî rondik behsa rewşa malbata xwe ya li Efrînê dike û dibêje: “Hemû bi hev re li cihekî biçûk dimînin, nikarin tiştekî bikin, nikarin razin. Du roj berî niha ligel jinbira xwe axifîm, got ku heta sere sibehê ranezane. Ez gelekî xembar dibim lê çi bikim.”

 

Ligel rondikên dayîka xwe Cana 9 salî jî daxwaza aştiyê bo bajarê xwe dike. Dibe ku Canê wek mezinan nizanibe şer çiye, lê wê yekê dizane ku; bi rawestana şer li Efrînê, rondikên dayîkan jî namînin.

 

Ew malbat, naxwaze bêdeng be û ji destpêka êrîşên Tirkiyê ve, li seranserî Almanyayê tevî xwepêşandanên dijî Tirkiyê dibin û daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku bêhelwêst nemînin.

 

Bi sloganên “Efrîn nakeve” û “Cîhan êdî li hemberî êrîşên Tirkiyê bo ser Efrînê bêdeng nebe”, xwepêşander dengê xwe bilind dikin û yek ji wan xwepêşanderan jî Îbrahîm e. Pêşandana vê helwêstê jî take kar e ku niha diakre bo bajarê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst