Qamişlo (Rûdaw) - Welatê ku ronî di çavên wî de nîne, bi van gotinan daxwaza xwe ya vegera Efrînê tîne ziman, "Ji roniya çavên min zêdetir ez dixwazim Efrîn vegere. Ew ji roniya çavên min jî şêrîntir e."
Welat û Xelîl du birayên ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Welat 36 salî û Xelîl jî 42 salî ye. Ew niha di jûreke biçûk de ku xelkê bi xêra xwe daye wan, wekî koçber dijîn.
Welat Xiloyê koçber li ser daxwaza xwe ya vegerê got:
"Ez dixwazim îro berî sibe vegerim Efrînê.
Ez çavên xwe vedikim koçber im.
Temenê me di koçberiyê de telef bû.
Ez berî her tiştî, berî xwarin û vexwarinê û berî roniya çavên xwe, vegera Efrînê dixwazim."
'Em ji koçberiyê westiyan'
Koçberiya Welat û Xelîl ji ya xelkê gelekî zehmettir e.
Dayîka wan Meyasa Ebdo ev 40 sal in wan radike û datîne.
Meyasa dibêje dema ku ew ji şer reviyan, Xelîl û Welat ji ber ku nedidîtin tim diketin û radibûn.
Meyasa Ebdo dayîka her du birayan wiha qala wan rojan kir:
"Bombe û top dihatin, ew ditirsiyan.
Me ew derdixistin û em dibeziyan.
Serê wan li dîwaran û li her derê diket.
Ez bi wan re gelekî diwestiyam.
Koçberî gelekî zehmet e. Bes e, bi Xwedê em mirin û em westiyan."
Dengê wan ê li dijî tariyê
Ew ji zikmakî ve ji sedî sed nabînin.
Bijîşkan jî ji wan re gotiye ku ti derman û hêvî ji bo çavên wan nînin.
Lê belê nedîtina wan nebûye rêgir li ber hestên wan.
Ew ji bo Kurd û Kurdistanê stranan dibêjin.
Xelîl Xilo li ser hunera xwe da zanîn:
"Sala 2007an li Efrînê em tevlî stranan bûn.
Min û birayê xwe me stranek çêkir.
Pişt re em derketin Şehbayê û me li wir sê klîp çêkirin."
Tevî ku wan Efrîn bi çavên serê xwe nedîtiye jî, xewna vegera devereke aram û danîna serê xwe ya li ser balîfa malê, çi qasî mirov pesnê wê bide hêjayî wê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse