Ji qeyikeke lastîkî heta xeyalên pêşangeha Hewlêrê: Çîroka Îdrîsê Efrînî

25-10-2025
Mey Dost
Îdrîs Efrînî\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Îdrîs Efrînî\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Nîşan Efrîn Almanya Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Îdrîs Qasimê 19 salî ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye bi firçeya xwe nexşeya paşerojê xêz dike.

Rêwîtiya wî ya ku di heşt saliya wî de bi qeyikeke lastîkî dest pê kiribû, îro gihîştiye wê astê ku tabloyên wî dîwarên dibistana wî dixemilînin.

Ew li diyasporayê bi hunera xwe çîroka jiyana xwe dinivîse.

Ev serkeftin ne tesaduf e, ew berhema wêrekî, jêhatîbûn û dîsîplîneke bêhempa ye.

Îdrîs di navbera reng û xeyalan de paşeroja xwe ava dike, ne ji ber ku rê hêsan bû lê ji ber ku wî ti carî dev ji baweriya xwe berneda.

Hezkirina Îdrîs a ji bo hunerê vedigere zarokatiya wî.

Îdrîs Qasim ew roj bi bîr anîn û got: "Dema ez zarok bûm, bavê min pere dida min û birayê min. Ew diçû wî lîstok û xwarin pê dikirîn lê min her tim qelem û defter dikirîn."

Îdrîs ji hunermendên Kurd ên wekî Hozan Dîno îlhamê werdigire û heta portreyek wî jî xêz kiribû û diyarî wî kiribû.

Cîhana wî ya hunerî fireh e û bandora hosteyên mezin ên cîhanê jî li ser karên wî diyar e.

Îdrîs behsa hunera Picaso kir û got, "Niha pir kêfa min ji Picasso re tê. Bavê min pir jê hez dikir.

Ez îlhamê jê werdigirim. Kêfa min ji şêwazê abstrakt re tê lê divê hinekî ronahiya rastiyê jî tê de hebe.

Ez rengan bi akrîlîk bikar tînim û rengên wê wek ên Kurdistanê ne; tu rengê zer, şîn, kesk û sor pir dibînî."

Xewnên Îdrîs mezin in û ew bi baweriyeke xurt ber bi wan ve dimeşe.

Armanca wî ya herî mezin vekirina pêşangehekê li paytexta Herêma Kurdistanê ye.

Îdrîs Qasim behsa xayalên xwe jî kir û got, "Xewna min ew e ku ez pêşangeheke mezin li Hewlêrê bi navê 'Jin, Jiyan, Azadî' vekim û hunera xwe ya Kurdî nîşan bidim."

Jêhatiya Îdrîs tenê bi şêwekariyê sînordar nîne. Ew li amûrên muzîkê yên wekî tembûr û piyanoyê dixe û heta çarçoveyên tabloyên xwe jî bi destên xwe çêdike.

Ev yek nîşan dide ku ew ne tenê hunermendekî xwedî hest e lê di heman demê de kesekî xebathez û jêhatî ye.

Rêwîtiya koçberiyê tijî zehmetî bû lê agirê hunerê di dilê wî de venemirand.

Îdrîs serpêhatiyeke bi êş lê tijî hêvî bi bîr anî û got, "Dema ku em heşt salî bûn, li ser rê baraneke zêde bariya û hemû laşê me şil bû.

Wêneyên min û qelemên min jî xera bûn. Bavê min got, 'pirsgirêk nîne, dema em gihîştin Almanyayê ez dê yên baştir ji te re bikirim.' Ez razî nedibûm, min dîsa boyax û deter kirîn û wêne çêkirin û ew wêne hê jî mane."

Îdrîs ji bo ku bikaribe reng, firçe û kelûpelên xwe bikire, di xwaringeheke Kurdî de kar dike.

Li wir jî ruhê wî yê hunerî ranaweste. Piştî hevpeyvîna me bi rojekê, wî dest bi xêzkirina tabloyek mezin li ser dîwarê xwaringehê kir û di demeke kurt de ew xilas kir.

Ev yek nîşana herî baş e ku Îdrîs ne tenê xewnan dibîne lê her kêliyê ji bo pêkanîna wan dixebite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst