Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên ewlehiya sînor ên Yûnanê ji bo pêşiyê li penaberên dixwazin herin Ewropayê bibirin li xeta sînor xendeqan dikolin.
Penaber li sînorê Yûnanê 13 roj in li bendê ne ku derbasî Ewropayê bibin. Yekîneyên ewlehiya sînor ên Yûnanê ji bo pêşiyê li penaberan bibirin carcaran bi gaza rondikrêj, ava şid û guleyan rastî yên midaxeleyê penaberan dikin.
Yûnanê li piştî têlên li sînor ên bilind torbeyên qûmê dane ser hev û ji aliyekî ve jî xendeqan vedikin, li wan deran leşkerên çekdar dixebitin ku derbasbûnên ji sînor bidin sekinandin.
Leşkerên Yunanê li cihên li dora Çemê Merîçê yên penaber pê re derbas dibin jî têlan dikişînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse