PARÎS - Roja Alaya Kurdistanê tê pîrozkirin: ‘Rêz li Anne Hidalgoyê tê girtin’

17 demjimêr berê
RÛDAW
Elî Dolemerî / Wêne: Rûdaw
Elî Dolemerî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Elî Dolemerî Roja Alaya Kurdistanê Fransa Anne Hidalgo
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Fransayê ji bo Roja Alaya Kurdistanê merasîmek tê lidarxistin.

Merasîma pîrozbahiyê ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê ve tê sazkirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî li ser merasîmê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî û got:

"Di merasîmê de rêz li Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê tê girtin ku dosteke girîng a Kurdan e."

Elî Dolemerî li ser merasîmê da zanîn:

"Di Roja Alaya Kurdistanê de me pêwîst dît ku em ji bo rêzgirtina li Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê pîrozbahiyekê saz bikin.

Wê xizmeteke mezin ji gelê Kurd re kiriye û deriyê wê yê hevkariyê her tim ji me re vekirî bûye."

Bi amadebûna Serok Barzanî 5ê Îlonê li parkeke Parîsê Rêya Pêşmerge hatibû vekirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê amaje bi wê yekê kir ku Anne Hidalgo bûye sedem ji bo vekirina Rêya Pêşmerge û anî ziman:

"Wê her wiha karî Hewlêrê bike Bajarê Destbirak ê Parîsê ku pêngaveke gelekî girîng bû.

Lewma me got di vê roja pîroz de em rêzê li wê mêvana birêz bigirin."

Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî jî di merasîmê de amade ye.

Elî Dolemerî her wiha got:

"Birêz Sasan Ewnî li ser navê Serokwezîr beşdar dibe û diyariyeke sembolîk pêşkêşî Şaredara Parîsê dike."

Merasîm bi saet 20:00an a bi dema Hewlêrê dest pê kir.

Çendîn kesayetên Kurd û Fransiz di merasîmê de gotar pêşkêş kirin.

Parlamentoya Kurdistanê 19ê Hezîrana 2004an bi biryara hejmar 48 biryar da ku roja 17ê Kanûna Pêşîn bibe Roja Alaya Kurdistanê.

Diyarkirina vê rojê vedigere 17ê Kanûna Pêşîn a 1945an ku cara yekem li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Alaya Kurdistanê bi fermî di bin banê Komara Kurdistanê de hatibû bilindkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst