New York (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan diyar kir ku ew hêvî dikin li Kerkûkê rêz li mafên mirovan were girtin.
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah, derbarê wan aloziyên ku di Roja Alaya Kurdistanê de li Kerkûkê derketin pirs ji Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq kir.
Namo Ebdulah amaje bi wê yekê kir ku tenê çend roj piştî serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres a Îraqê û pesindayîna wî ya ji bo bipêşketinan, hêzên ewlehiyê li bajarê Kerkûkê rê li ber welatiyên Kurd girtiye ku Alaya Kurdistanê bilind bikin û ev yek bûye sedema dilgiranî û aloziyan.
"Em hêvîdar in rêz li mafên mirovan were girtin"
Farhan Haq di bersiva pirsa Rûdawê de got, "Me teşwîqa berfirehbûnê li hemû sazî û dezgehên hikûmetê yên Îraqê kiriye û em dê vê yekê berdewam bikin."
Rûdaw: Spas. Farhan, tenê çend roj piştî serdana Sekreterê Giştî ya Îraqê ku tê de pesnê bipêşketinên wî welatî da, li gorî raporên medyayê aloziyên nû, aloziyên neteweyî li bajarê Kerkûkê yê pirpêkhate derketine. Hêzên ewlehiyê îro ku Roja Alaya Kurdistanê ye, rê li ber Kurdan girtiye ku Alaya Kurdistanê bilind bikin. Gelo ti daxuyaniya Sekreterê Giştî li ser nûbûna van aloziyan heye, ew jî tenê çend roj piştî serdana wî çêbûye?
Farhan Haq: Em teşwîqa berfirehbûnê li hemû sazî û dezgehên hikûmetê yên Îraqê dikin û em dê vê yekê bidomînin. Bê guman em hêvîdar in ku di rewşa navbera pêkhateya Kurd û desthilatdarên Îraqê de, bi berdewamî rêz li hemû mafên mirovan were girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse