Fermangeha Koç û Penaberan a Almanyayê diyar kir ku xweguncandineke baş a penaxwazên redkirî nabe merc ku ew dê mafê mayînê li Almanyayê wergirin.
Berpirsên Çapemeniyê yên Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê li ser dosyayên penaberan ji Rûdawê re axivî.
Wezareta Almanyayê da zanîn ku mafê manê yê sinordarkirî tenê bipaşxistineke ji bo dersînorkirinê ye.
Li gorî gotina berpirsên Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê,ew kesên mafê mane li Almanyayê wernegirtiye, dê “teqez” werin dersinorkirin.
Penaberên ku dosyayên wan ên penaxwaziyê nehatine qebûlkirin dê ji bo wan welatên ku jê hatine bên vegerandin.
Li gor amarên Fermangeha Koç û Penaberan Îraq yek ji wan welatan e ku gelek Îraqî ji bo penaberiyê serî li Almanyayê dane.
Heta meha Gulana 2025an 1, 480 Îraqiyan daxwaza mafê penaberiyê li Almanyayê kirine.
Penaxwazên mafê manê wernegirtine, tenê ji bo demeke nediyar tên qebûlkirin. Heta nirxandin ji bo rewşa welatê wan were kirin ew dê li Almanyayê werin hewandin.
Wezaretê li ser cudahkirina dosyayên di navbera penaxwazên Îraq û Sûriyeyê jî got, "Her dem tenê çîroka revînê ya takekesî tê nirxandin.
Netewe yan welat yekser nabin egerên wergirtina statuya parastinê yan redkirina daxwaza penaberiyê."
Fermangehê amaje bi wê kir ku eger metirsiyek li welatê penaxwazên redkirî hebe, wê demê dersînorkkirin tê bipaşxistin.
Fermangeha Koç û Penaberan a Almanyayêda zanîn ku ku her kesê mafê mayîne wenergirtiyê dê were dersînorkirin.
Fermangeha Koç û Penaberan a Almanyayê amaje bi wê yekê jî dike ku fêrbûna zimanê Almanî û hebûna karekî nabin mercên wergitina mafê mayîn.
Li gorî gotina wezaretê “xweguncandineke baş” bandorê li ser dersînorkirina penaxwazan nake.
Wezaretê derbarê kesên deportkirî jî gotiye, dana mafê penaberiyê di destê biryarderên fermangehên herêmî de ye.
Ew fermanber dê di hevpeyvînên penaxwazan de guhdariya çîrokên wan dike û biryarê dide.
Nasname yan welat ji bo biryarên dosyeya penaxwaziyê ne girîng in tenê dosyeya takekesî û sedemên koça wî yan wê li ber çavan tê wergirtin.
Deqa hevpeyvîna Rûdawê ya bi Fermangeha Koç û Penaberan a Almanyayê re wisa ye:
Rûdaw: Rêjeya daxwazên penaberiyê yên ji Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê çi qas in?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê:Hejmara niha yên dawxaziyên penaxwaziyê yên vê salê, ji Kanûna Paşîn a salê heta Adara 2025ê yên wan çar welatên binavkirî hûn dikarin li ser malperê Fermangeha Koç û Penaberan bibînin.
Rûdaw: Daxwazên kîjan welatan bêhtir tên qebûlkirin?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Bersiva vê pirsê girêdayî demê ye. Zêdebarê wê, hejmara biryarên erênî ne, ya giring em berawirdkirina hejmara biryarên erênî li gel hejmara daxwazên penaxwaziyê yên rêjeya biryarên erênî diyar dike.
Rûdaw: Sala borî çend tawanbar ji bo Îraqê hatin dersînorkirin?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Wekî hatiye şirovekirin, Fermangeha Koç û Penaberan a Almanyayêû penaxwazan ji vegerandina penaxwazan û dersînorkirinê ne berpirse. Amarên girêdayî babetî dê ji dezgeha çapê ya Parlamantoya Almanyayê ya “Dersînorkirin û derketinê" de bibînin.
Rûdaw: Egerên redkirinan ji bo penaxwazên Kurd û Ereb ên Îraqî çi ne?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Neteweya penaxwazan di dema tomarkirinan de tê pirskirin lê bersivdana wê bi awayekî arezûmendane ye û li gor zaniyariyên wan e.
Di proseya penaxwaziyê tenê dosyayên takekesî tên venihêrin. Her dem tenê çîroka revînê ya takekesî tê nirxandin. Netewe yan welat yekser nabin egerên wergirtina statuya parastinê yan redkirina daxwaza penaberiyê. Di çarçoveya tomarkirina daxwazê de penaxwaz çîroka xwe dikare pêşkêş bike. Li gorî naveroka çîrokê biryarder dinirxîne ka ew kes rastî çi metirsîyan dibe heger were vegerandin ji bo welatê wî û ew dê biryar bide ka çi awayê parastinê bi wî bê dayîn yan jî daxwaza penaxwaziyê were redkirin. Di wê çarçoveya de koçberiya navxweyî jî li berçav tê girtin. Her wiha biryarder divê di lêpirsînê de pesend bike ka erê çîroka penaxwaziyê cihê baweriyê ye yan na.
Sedemên penaxwaziyê yên penaxwar di dema hevpeyvînê de pêşkêş dike, di datayan de nayên tomarkirin. Çîrokên penaxwaz di hevpeyvînê de pêşkêş dike, ew qas berfireh in ku mirov nikare wan di amaran de kurt bike. Her wiha sedemên qebûlkirin an jî redkirina dawxazên penaxwaziyê nayên tomarkirin.
Rûdaw: Çi cudahiyek di navbera Îraqî û Sûriyeyiyan tê kirin ên wekî hev mercên entegrasyonê cîbicî dikin?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Entegrasyoneke erênî dikare lê nabe mercê bandorê li ser statuya mayînê. Mirovên tên dersinorkirin hîç mafê mayînê li Almanyayê nabe, xwe eger wan mafê mayînê ji bo demeke distnîşankirî jî hebe. Eger piştî dawakariyeke redkirî dersînirkirin nikare were cîbicîkirin ji egerên girêdayî welatê armanckirî yan qedexekirina dersinorkirinê ji bo wî welatî destûra mayînê neyê dayîn, dezgehên kar û barên biyaniyan mafên mayînê ji bo demeke sinordarkirî didin.
Dayîna mafê mayînê ji bo demeke sinordarkirî bawernameyeke fermî ye li ser ragirtina dersinorkirinê û ramana wê nade ku mayîna mirovî li Almanyayê ya yasayîkirî ye. Derketin ji Almanyayê dimîne ferman.
Di pêvajoya penaxwaziyê de encamên xweguncandinê çi rol nînîn. Fermangeh tenê pêdaçûnê ji bo wê dike, dema ew penaxwaz were vegerandin ji bo welatê wî ew dê di rûbirûbûna çi metirsiyan were. Fermangeh nikare û nabe encamên xweguncandinê di pêvajoya penaxwaziyê de bên berçavgirtin. Encamên xweguncandinê wekî karên pîşeyî çi karîgeriyê li ser nirxandina daxwaza penaxwaziyê ji bo dabînkirina mafê penaberiyê nabe.
Rûdaw: Dosyeya Kurdekî dersinorkirî dijî mercên dersinorkirina dewleta Almanyayê ne. Rawsht Ghafor di videoyeke li ser platforma Metayê ji bo Medyaya Moralê belav kiriye behsa dersinorkirina xwe ya li herêma Bayernê dike.
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Ew bi bawernemeya perestiyariyê hatibû Almanyayê. Li Almanyayê wî mafê mayînê ji bo demeke sinordarkirî hebû û bi serkeftiyane kursên xweguncandinê xilaskir bûn û ew çi binpêkirinên yasayî nekirbûn.
Rûdaw: Bi berçavgirtina wê yekê ku pêwîstiya Almanyayê bi hêza karî, taybet di beşê tendirustiyê de heye, mirov ji xwe dipirse çima ew hat dersinorkirin?
Fermangeha Wezareta Koç û Penaberan a Almanyayê: Pirsên mafên mayînê di jêr berpirsiya herêman û fermangehên herêmî de ne û ne girêdayî Fermangeha Federalî ya Koç û Penaberan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse