Kadirov: Em dê Kyivê kontrol bikin

11-04-2022
RÛDAW
Nîşan Çeçenistan Ramazan Kadirov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ragihand ew dê bajarê Mariupol ê li ser perava Deryaya Reş kontrol bikin ku niha di bin dorpêçê de ye û piştre berê xwe bidin Kyiv a paytexta Ukraynayê û bajarên din ên wî welatî.

Kadirov li ser kanala xwe ya Telegramê vîdyoyek belav kiriye û têde dibêje, ew dê êrîşî ser gelek bajarên Ukraynayê bikin û herdû navçeyên Luhansk û Donetskê bi temamî kontrol bikin û piştre dest deynin ser Kyivê jî.

Serokê Çeçenistanê Kadirov di şerê Ukraynayê de piştevaniya Rûsyayê dike û hejmareke zêde ya leşkerên xwe jî şandine Ukraynayê daku alîkariya hêzên Rûsî bikin.

Komara Çeçenistan beşek ji Rûsyaya Federal e û Ramazan Kadîrov bi piştgiriya Moskowê serokatiya wê dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst