Rubio: Bêyî bêçekkirina Hemasê li Xezeyê aştî çênabe

44 xulek berê
Nîşan Marco Rubio Hemas Xeze Aştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di konferanseke rojnamegeriyê de helwesta dawî ya hikûmeta welatê xwe ya derbarê çend dosyeyên germ ên cîhanê eşkere kir.

Rubio ragihand ku ji bo aştiya li Xezeyê bêçekkirina Hemasê şertekî sereke ye û diyar kir ku Amerîka ji bo şandina hêzeke navneteweyî ya herêmê geşbîn e.

Marco Rubio li Washingtonê li ser rewşa Xezeyê hişyarî da û got:

"Eger Hemas di paşerojê de di pêgehekê de be ku karibe gefê li Îsraîlê bixwe yan êrişî wê bike, wê demê aştî pêk nayê."

Wî amaje bi wê yekê kir ku ji ber vê sedemê pirsa "bêçekkirinê" ew qasî hestyar û girîng e.

Pêkanîna hêza navneteweyî li Xezeyê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derbarê bi paşeroja ewlehiya li Xezeyê, geşbîniya xwe nîşan da ku welat amade ne hêzên xwe ji bo beşdarbûna di "hêza bicihkirina aştiyê" de bişînin û got:

"Ez pir piştrast im ku komek welatên me hene ku li cem hemû aliyan têne qebûlkirin û amade ne werin pêş û bibin beşek ji wê hêza bicihkirinê."

Rewşa Venezuelayê

Marco Rubio bal kişand ser rewşa Venezuelayê û ragihand, mana rewşê ya bi vî awayê niha "nayê tehemûlkirin" û divê were guhertin.

Rubio diyar kir ku Amerîka ji bihêzbûna pêgeha Rûsyayê ya li herêmê ne dilgiran e û got:

"Rûsya niha mijûlî şerê Ukraynayê ye û dema wê ji bo tiştên din nîne."

Marco Rubio derbarê rêgirtina li tevgera keştiyên petrolê yên Venezuelayê jî got:

"Ti tişt nabe asteng li pêşiya şiyana me ya ji bo bicihkirina yasayên Amerîkayê di mijara sizayan de.

Fermana dadgehê li ber destê me ye û em dê bi cih bînin."

Ukrayna û şerê Tayland-Kamboçyayê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ew gotegot red kirin ku qaşo Washington dixwaze peymanekê li ser Kîevê ferz bike û biland:

“Ew gotegota ku dibêje em zextê li Ukraynayê dikin, kenokî ye.

Em nikarin ne Ukrayna û ne jî Rûsyayê neçar bikin ku rêkeftinê bikin, divê ew bi xwe bixwazin vî karî bikin."

Marco Rubio amaje bi pirsgirêkên sînorî yên Başûrê Rojhilatê Asyayê kir û hêvî kir ku heta roja duşem an sêşema pêşiya me Tayland û Kamboçya bigihîjin rêkeftineke ji bo nûkirina agirbestê û bidawîanîna pevçûnan û diyar kir ku ew di vê mijarê de geşbîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst