TA NEA: Yunanistan, Îsraîl û Qibris li dijî Tirkiyeyê hêzeke hevbeş ava dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan TAN NEA Yunanistan Îsraîl Qibris Hêza Hevbeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya "TA NEA"yê  ya Yunanî di raporekê de amaje bi wê yekê kir ku Atîna dixwaze ligel Îsraîl û Qibrisê hêzeke hevbeş a sêalî pêk bîne da ku rê li ber berfirehbûna hegemonya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Deryaya Spî bigire.

Sererkanê Artêşa Yunanistanê General Dimitrios Choupis vê dawiyê behsa gavên "pêşwext" kiribû da ku rê li ber berfirehbûna bandora Tirkiyeyê bigirin.

Rojnameya "TA NEA"yê diyar kir ku ji ber pêwendiyên stratejîk ên di navbera Yunanistan û Îsraîlê de, efserên bilind û şirovekarên Yunanî li ser amadekirina planekê ji bo xurtkirina hevkariya leşkerî kar dikin.

Li gorî nûçeyê, "Îsraîl jî bi erênî li vê planê dinêre, ji ber ku kûrahiyeke stratejîk a zêdetir dide Tel Evîvê" û ji bo Atînayê jî dibe astengeke din li pêşiya "gefên" Tirkiyeyê.

Hêz ji 2 hezar û 500 leşkeran pêk tê

Plana sereke avakirina "Hêza Bersivdana Bilez" a yek lîwayî ye ku ji 2 hezar û 500 leşkeran pêk tê.

Di destê hêzê de dê keştî, balafir û binesaziya leşkerî li giravên Rodos an Karpathos, Qibris û Îsraîlê hebin.

Fikra heyî ew e ku pêkhateya hêzê bi vî rengî be:

• Hezar leşkerên Yunanî

• Hezar leşkerên Îsraîlî

• 500 leşkerên Qibrisî

Her wiha yekîneyeke Hêzên Esmanî yên Yunanistanê û yekîneyeke Hêzên Esmanî yên Îsraîlê dê li ber destê vê hêzê bin.

Ji aliyê deryayî ve û ji bo parastina borî û dezgehên enerjiyê, plan ew e ku Yunanistan keştiyeke şer û keştiyeke binavê dabîn bike, Îsraîl jî yek ji keştiyên xwe yên şer ên nû û keştiyeke binavê bixe dewrê.

Ev dê bi tenê yan bi kom û di çarçoveya fîloyekê de li gorî pêwîstiyê karê nobedarî û parastinê bikin.

Valahiya Stratejîk

Derbarê egera bicihanîna vê fikrê de, şirovekarê Îsraîlî Shay Gal ji rojnameya "TA NEA" re axivî û got:

"Hêzeke bersivdana bilez a Yunanî-Îsraîlî ne hevpeymaniyek e li dijî ti aliyekî, belkî dagirtina valahiyeke stratejîk e.

Ji Rodosê heta Qibris û Îsraîlê, platform, borî û kabloyên karebayê yên di deryayê de wekî armanceke vekirî ne ku hinek alî bi navê 'Mavi Vatan' (Niştimanê Şîn) bi nav dikin."

"Mavi Vatan" ango "Niştimanê Şîn", doktrîneke Tirkiyeyê ye ku li gorî wê divê bi hêz parastina deryayên derdora welatê xwe bike û wan kontrol bike da ku ax û aramiya welatê xwe biparêze.

Şirovekarê Îsraîlî amaje bi wê yekê jî kir, "Meydana rastî ya şer veguhastiye deryayê û wê binesaziya ku enerjiyê dide Ewropayê.

Niha kûrahiya deryayê xeta pêş a şer e, ne rûyê deryayê. Ewropayê piştî qutbûna kabloyan û teqandina 'Nord Stream'ê ya li Deryaya Baltikê ev yek fêr bû.

Rojhilata Deryaya Navîn nikare li benda zengileke wiha bimîne."

Shay Gal her wiha got: "Hêzeke hevbeş dikare tişta ku herêm hewce ye dabîn bike, ku ew jî sîstemeke yekgirtî ya ji bo çavdêrî, bersivdan û berteka bilez a li dijî karên têkder e.

Nexşeyên berfirexwaz vê deryayê kontrol nakin, belkî divê hişyariya hevbeş û yasa serwer bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst