Brîtanyayê ceza li hinek komên çekdar ên li Sûriyeyê û serokên wan sepand

Duh li 07:43
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Sûriye Komên Çekdar Hemzat Emşat Koma Siltan Murad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê ceza danî ser 6 kesayet û 3 komên çekdar ên Sûriyeyê.

Di nav wan de komên çekdar ên mixalefeta berê û karsazên nêzîkî hikûmeta berê ya Beşar Esed hene.

Sedem jî "tevlîbûna wan a di tepeserkirina sivîlan û tundiya mezhebî de" ye.

Îro Ofîsa Karên Derve û Bipêşxistinê ya Brîtanyayê (FCDO) ragihand ku ceza blokkirina samanan û qedexeya geştê ya bo Brîtanyayê li xwe digirin.

Ev biryar salekê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a ji aliyê hêzên mixalefetê ve ya Kanûna Pêşîn a 2024an tê.

Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper di daxuyaniyekê de got:

"Lêpirsîn û dadmendî ji bo hemû Sûriyeyiyan girîng e da ku çareseriyeke siyasî ya serkeftî û mayînde li Sûriyeyê were misogerkirin."

Komên "Artêşa Niştimanî" û fermandarên wan

Ew komên ku ceza li ser wan hatiye sepandin di bin sîwana "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" de ne.

Ew jî ev in: Firqeya Hemze, Firqeya Siltan Mûrad û Firqeya Sultan Silêman Şah (ku wekî Emşat tên naskirin).

Her wiha fermandarên wan koman jî xistine lîsteya cezayan ku ev in: Mihemed Husên Casim (Ebû Emşe), Seyfedîn Bolad (Ebû Bekir), Mîqdad Luey Fatihe û Xeys Silêman Dele.

Li gorî daxuyaniya Brîtanyayê, ew fermandar bi tevlîbûna di çewisandina xelkê sivîl a dema şerê navxweyî û pêkanîna pevçûnên bi xwîn ên li herêmên beravên Sûriyeyê yên Adara 2025an de tên tohmetbarkirin ku tê de pêkhateya Elewiyan hatibû armanckirin.

Karsazên nêzîkî Esed

Li aliyê din, du karsazên Rûs-Sûriyeyî yên bi navên Mudelel Xûrî û Îmad Metanyos Xûrî hatin cezakirin.

Sedem jî "piştgiriya darayî ya ji bo rejîma Esed û çalakiyên têkildarî çekên kîmyayî" ye.

Sepandina van cezayan piştî pêleke tundiyê ya li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê ya destpêka sala 2025an tê.

Ev di demekê de ye ku hewlên ji bo tevlîkirina komên çekdar di çarçoveya artêşeke yekgirtî ya Sûriyeyê de di bin serperiştiya Serokê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şer de berdewam in.

Brîtanyayê di dirêjahiya sala 2025an de beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê sivik kirine bi armanca piştgirîkirina proseya avedankirin û vejîna aborî, lê tekez dike ku cezayên li ser wan kesên ku binpêkariyên mafên mirovan kirine, dihêle.

Berê jî di Gulana 2025an de, Yekîtiya Ewropayê cezayên mîna van danîbû ser beşek ji wan kom û fermandaran.

Londonê pabendbûna xwe ya ji bo karkirina bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re dubare kir û ragihand ku dê şopandina cezadana wan kesan bike ku berpirs in ji tawanên dema şerê navxweyî û qonaxa piştî şer.

Li aliyê din, Amerîkayê Tebaxa 2023yan, ji ber binpêkirin û zordariya wan ên li gelê herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, ceza li komên Silêman Şah û Hemzatê û serokên wan sepandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst