Trump û Netanyahu civiyan: Mijar peymana bi Îranê re bû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu piştî civîna xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ragihand ku Trump rewşekê ava dike ku dê rê li ber gihîştina "peymaneke baş" a bi Îranê re veke.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Washingtonê ji rojnamegeran re axivî.

Benjamin Netanyahu diyar kir, ew rewşa ku Trump ava dike, dibe ku zemînê ji bo peymaneke baş xweş bike û got:

"Îranê bi dilniyayî fêm kiriye ku cara pêşîn bi nekirina peymanê wan xeletî kir."

Gefên Trump ên li ser Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di konferanseke rojnamegeriyê de bal kişand ser dan û standinên bi Îranê re da zanîn ku Netanyahu jê xwestiye ku ew dan û standinên bi Îranê re rawestînin.

Donald Trump gefên giran li Tehranê xwarin û anî ziman:

"Divê em bi Îranê re bigihin peymanekê, naxwe dê rewş bibe karesat."

Trump her wiha anî zimên ku ew naxwaze tiştên xirab bibin lê divê peyman hebe û diyar kir ku eger li ser bernameya xwe ya nukleerî negihin peymanekê, dê Îran rûbirûyê encamên "pir karesatbar" bibe.

Trump hêvî kir ku meha bê encamek bi dest bikeve.

Mercên Îsraîlê ji bo peymanê

Netanyahu tevî peyamên erênî jî got ku ew li ser kalîteya peymanên bi Îranê re "bi guman" e û tekez kir ku divê her peymanek mijara mûşekên balîstîk ên Îranê û piştgiriya Tehranê ya ji bo komên çekdar ên li herêmê di nav xwe de bihewîne.

Ev hevdîtin di demekê de ye ku nûnerên Tehran û Washingtonê hefteya borî li Mesqeta paytexta Umanê gereke nû ya dan û standinên nerasterast kiribû.

Trump berê dabû zanîn ku ew dan û standin "gelekî baş" bûne.

Tê çaverêkirin ku destpêka hefteya bê gereke din a dan û standinan dest pê bike.

Mijarên navxweyî yên Amerîkayê

Donald Trump di daxuyaniyên xwe de qala kêmkirina budceyê û bandora wê ya li ser tenduristiya giştî û jîngehê jî kir û ji bo dilgiraniyên li ser wê got, "Ji bo vê dilgiran nebin."

Trump her wiha pesnê bipêşketina aborî ya di dema serokatiya xwe de da.

Donald Trump li ser metirsiya girtina beşek ji saziyên hikûmetê (shutdown) diyar kir ku ew hefteyek berê bi Chuck Schumer re axiviye.

Trump got ku hinek tiştên wan hene ku pesendkirina wan "gelekî zehmet" e û hinek pêşniyaryasayên din hatine temamkirin lê ev mijar hîn li benda çareseriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst