Navenda Nûçeyan – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) aşkere kir, mûşeka balîstîk a ku Koreya Bakur herî dawî ceriband, “mûşeka herî menzîldirêj” a Pyongyangê ye.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis di konferansa çapemeniyê ya rojane de li ser mûşeka balîstîk a ku Koreya Bakur dawiya hefteyê ceribandibû, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Jeff Davis wê ceribandinê, ji bo welatê xwe weke “gefeke aşkere bo ewlehiya netewî” bi nav kir.
Davis li ser ceribandinê wiha got: “Mûşek cihekî ku gefê li Amerîkaya Bakur an jî hevpeymanên me yên herêmê bixwe, neket.” û diyar kir, mûşeka bi navê “KN-11 Nod” 14 deqe li esmanê firiyaye û piştî 500 kîlometreyan, ketiye devereke avên navdewletî ya Deryaya Japon.
Herwiha Davis destnîşan kir: “Em nikarin bi ceribandinên din yek bi yek bidin ber hev, lê li gor tesbîta me, ev mûşek ji mûşekên heta niha, herî dûr çûye.”
Weke din Jeff Davis ceribandinê şermezar kir û got: “Hêza me heye ku li hember êrîşên mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur xwe biparêzin û em dê bergiriyên xwe bigrin da ku gefên li dijî me, li dijî hevpeymanên me û welatiyên wan, têk bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse