Peyman an şer? Amerîka keştiyeke din a balafiran dişîne Rojhilata Navîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Pentagon Keştiyên Balafiran Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew ji bo bicihkirina keştiya duyem a li Rojhilata Navîn amadehiyê dikin.

Ev pêngav di demekê de tê ku îdareya Donald Trump zextên xwe yên li ser Tehranê zêdetir kirine da ku wê neçarî îmzekirina peymaneke nû ya li ser bernameya nukleer bike.

Li gorî agahiyên sê berpirsên Amerîkayî ku ji rojnameya Wall Street Journalê re axivîne, Pentagon ji bo îhtimala êrişeke leşkerî ya li Îranê amadehiyê dike, heger dan û standin bi ser nekevin.

Sêşemê, Serok Trump ragihand ku ew şandina keştiya duyem a balafiran a ji bo herêmê dinirxînin û amaje pê kir ku dibe ku fermana fermî tenê di nava çend demjimêran de derkeve.

Amadehiyên leşkerî

Berpirsan diyar kir ku eger biryar were dayîn, keştiya şer a "USS George H.W. Bush" ku niha li qeraxên Virginiayê rahênanan dike, dê were şandin û di nava du hefteyan de bigihe cihê armancê.

Ev keştî dê tevlî keştiya balafiran a "USS Abraham Lincoln" bibe ku niha li herêmê ye.

Adara 2025an jî ji bo operasyonên li dijî Husiyên Yemenê du keştiyên balafiran ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hebûn.

Dan û standin an bijardeya leşkerî?

Ev bipêşketinên leşkerî piştî civîna çarşemê ya Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li Koşka Spî tên.

Trump piştî civînê di daxuyaniyeke li ser medyaya civakî de got:

“Min tekezî li ser berdewamiya dan û standinên bi Îranê re kir da ku em zanibin peyman çêdibe yan na.

Min ji Netanyahu re ragihand ku bijardeya me ya yekem peyman e lê heger nebe, divê em li benda encaman bin.”

Tevî zêdekirina hêzan û pergalên parastina asmanî yên li herêmê, Trump înê ji rojnamegeran re got:

“Wextê me yê zêde heye û em ne bilez in, niha dan û standinên me yên baş bi Îranê re hene.”

Piştî ku Trump nîvê meha kanûna paşîn a borî biryara êrişa li Îranê rawestandibe jî, li gorî medyaya Amerîkayê, wî ji artêşa welatê xwe daxwaza bijardeyên "biryardartir" kiriye da ku di qonaxa paşerojê de miameleyê bi Tehranê re bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst