Senator Mark Kelly: Divê Kurdên li Sûriyeyê bên parastin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Mark Kelly û Ala Şalî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mark Kelly û Ala Şalî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mark Kelly Amerîka Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Amerîkayî Mark Kelly li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê diyar kir ku divê Kurdên li Sûriyeyê bên parastin.

Mark Kelly ji Rûdawê re teqez kir ku divê parastina Kurdan û paşeroja Sûriyeyê bibin xalên sereke yên siyaseta Washingtonê.

Senator Mark Kelly ragihand ku Amerîka li Sûriyeyê xwedî derfeteke mezin e da ku bandora Îranê kêm bike û got,“Bê guman divê Kurd bên parastin."

Serok, serkirde serokkomar û wezîrên bi dehan welatên cîhanê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên li cihanê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûne.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê li kêleke konferansê li ser çawaniya parastina mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û êrişên dawî yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Mark Kelly pirs pirsîn.

Senator Kelly li ser mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got, "Bê guman divê Kurd bên parastin."

Mark Kelly amaje bi wê yekê jî kir ku dibe hinek berpirs li Munîhê bi temamî ji hûrgiliyên vê mijarê agahdar nebin lê pirsa parastina Kurdan ji bo wî wekî mijareke girîng û cidî dimîne.

Senator Kelly diyar kir ku li Sûriyeyê derfeteke mezin li pêşiya Amerîkayê heye da ku rê li ber bandora Îranê bigire.

Siyasetmedarê Amerîkayê behsa siyaseta welatê xwe ya li Rojhilata Navîn jî kir û got, "Armanca me ew e ku em herêmê ber bi aliyekî baştir ve bibin ku tê de hegemonya Îranê kêm bibe."

Ssenatorê Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriyê didin serkirdayetiya Sûriyeyê da ku karibe pirsgirêkên navxwe yên Sûriyeyê çareser bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst