Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Bihevguhertina Dîlan Îmarat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di çarçoveya bihevguhertina dîlan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de 84 leşkerên Rûs û 84 leşkerên Ukraynayî hatin berdan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi navbeynkariya Îmaratê bi Ukraynayê re dîl hatine guhertin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama pêvajoya dan û standinan de 84 leşkerên Rûs ji xaka di bin kontrola rêveberiya Kievê de hatin wergirtin. Li hemberî vê jî 84 leşkerên Ukraynayî hatin dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Rûs ên hatine berdan li Belarûsê ne û piştgiriya pêwîst a tenduristî û derûnî ji wan re tê dayîn û hat zanîn ku ji bo dermankirinê dê wan veguhezînin navendên tenduristiyê yên wezaretê yên li Rûsyayê.

84 Ukraynayî vegeriyan welatê xwe

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku di encama bihevguhertina dîlan a bi Rûsyayê re 84 Ukraynayî vegeriyane welatê xwe.

Zelenskyy da zanîn ku di nav kesên hatine guhertin de leşker û sivîl hene û got:

“Hema bêje pêdiviya hemûyan bi lênêrîna tenduristî û rehabîlîtasyoneke girîng heye.”

Zelenskyy her wiha ji ber piştgiriya Îmaratê ya ji bo pêvajoya bihevguhertina dîlan spasiya wê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst