Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê bi hêzên Azerbeycanê re 105 leşkerên Ermenistanê jiyana xwe ji dest dane.
Azerbeycanê ragihand ku ew amade ye cenazeyên 100 leşkerên Ermen ên ku di pevçûnan de mirine radest bikin.
Di encama şer û pevçûnên dijwar ên şeva 12ê Îlonê û sibeha 13ê Îlonê di navbera yekîneyên leşkerî yên her du welatan de li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê, 50 leşkerên artêşa Azerbaycanê jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji aliyê din ve Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku hê jî li herêmê alozî berdewam dikin.
Peskov daxuyaniyeke çapemeniyê de ji rojnamevana re got ku biryar hat dayîn ku şandeya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bi serokatiya general Stanislav Zas serdana herêmê bike.
Herwiha Peskov anî ziman ku heyet dê ji serokên her welatê endam re raporekê pêşkêş bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse