Rûsyayê helwesta xwe ya li ser biryarên PKKyê ji Rûdawê re eşkere kir

15-05-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Gerîla û Maria Zakharova / Wêne: Rûdaw Grafîk
Gerîla û Maria Zakharova / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan PKK Kongre Rûsya Maria Zakharova
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê li ser biryarên PKKyê got, “Rûsya pê têkildar e ku piştgiriyê bide bi xurtkirina îstiqrara civakî-siyasî ya li Tirkiyeyê ku cîran û hevkarê me yê girîng e.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12ê Gulanê biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Maria Zakharovayê got ku ew hemû gavên ji bo nehiştina tundiyê silav dikin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova pirsa Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî ya li ser mijarê bersivand:

Rûdaw: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji sala 1984an vir ve li dijî dewleta Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî dimeşîne, 12ê Gulana 2025an de biryar da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bîne û xwe fesix bike. Gelo, Moskow biryara PKKyê çawa dinirxîne? Ev biryar dê bandoreke çawa li ewlehiya herêmê bike?

Maria Zakharova: Em, her gavavêtinê ji bo çareserkirina ve aloziya kevin, heta minê bigota aloziya dêrîn û ji bo bidawîanîna tundûtujiyê silav dikin.

Federasyona Rûsyayê pê têkildar e ku piştgiriyê bide bi xurtkirina îstiqrara civakî-siyasî ya li Tirkiyeyê ku cîran û hevkarê me yê girîng e.

Em pê bawer in ku çareseriya hemû pirsgirêkên heyî yên li wî welêtî bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk, her wiha dabînkirina maf û azadiyên hemû komên etnîkî û dînî yên civakê bi awayekî pêbawer, dê di berjewendiya tevaya gelê Tirkiyeyê de be û her wiha ew dê li herêmê bibe alîkar ji bo xurtkirina aştî û ewlehiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst