Ferhan Heq: Di heftiyekê de 134 kes li bakurê Sûriyê hatine kuştin

15-08-2018
RÛDAW
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq roja Sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku di heftiya derbasbûyî de li parêzgehên bakûrê Sûriyê herî kêm 134 kes hatine kuştin
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq roja Sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku di heftiya derbasbûyî de li parêzgehên bakûrê Sûriyê herî kêm 134 kes hatine kuştin
Nîşan Netewên Yekbûyî Ferhan Heq Sûriye Kuştin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq roja Sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku di heftiya derbasbûyî de li parêzgehên bakûrê Sûriyê herî kêm 134 kes hatine kuştin, ku di nava wan kuştiyan de gelek zarok hene.

 

Ferhan Heq herwiha got, ku di 36 demjimêrên bihorî de li Sûriyê, 36 zarok hatine kuştin.

 

Ferhan Heq da xuyakirin: “Ji ber berdewambûna şer li bakur û rojavayê Sûriyê, ziyanên gelek mezin digihin sivîlan. Li gor agahiyên ji herêmê tên, herî kêm 134 sivîl ku di nav wan de jî gelek zarok hene, di nava heftiya derbasbûyî de li parêzgehên Idlib, Hema û Helebê hatine kuştin.”

 

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî amaje bi teqîna roja duşemiyê ya li parêzgeha Idlibê kir û diyar kir: “Doh êvarê li parêzgeha Idlibê dema di bin bînayêkê de cebilxane teqiya, herî kêm 59 sivîl hatin kuştin û di nav wan de jî 17 kes zarok in.”

 

Li aliyekê din Rêxistina Netewên Yekbûyî Bo Zarokan (UNICEF) ragihandiye, ku di 36 saetên bihorî de li parêzgeha Idlibê herî kêm 28 zarok hatine kuştin û heta niha doktorên ser bi rêxistina UNICEFê alîkariya wan dikin.

 

Li gor agahiyên ji herêmê tên, ji ber rewşa şer niha dibistan li Xan Şêxûn, Maared El-Nûman,Kefrinbul û Idlibê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst