Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî wezaretên navxwe û parastinê yên Sûriyeyê ve li parêzgeha Siwêdayê 46 Durzî gulebaran kirine.
Li gorî rapora ku îro hatiye belavkirin, "hinek kesên di nava wan hêzên ewlehiyê de logoya DAIŞê bi wan re bûye."
Amnestyê daye zanîn ku wan delîlên eşkere bi dest xistine ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê û aliyên ser bi wê ve bi dehan kesên Durzî bêyî darizandin kuştine.
"Hinek endamên hêzên ewlehiyê logoya DAIŞê bi xwe ve kiribûn"
Amnesty Internationalê diyar kir ku li gorî delîl û dîmenên vîdeoyî yên ku bi dest xistine, di dema şerê navxweyî de li Siwêdayê 46 kes li cihên giştî, mal, dibistan, nexweşxane û holên şahiyan ên li parêzgeha Siwêdayê hatine gulebarankirin.
Rêxistinê got, "Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê bi kincên fermî û leşkerî ev kiryar pêk anîne û hinek ji wan jî al û logoya DAIŞê bi xwe ve kiribûn."
Tundûtûjiya li Siwêdayê, 13ê Tîrmehê di navbera Durziyên ku kêmaniyeke olî ne û Erebên bedewî de derketibû.
Ev aloziyê bi lez belav bû û hikûmeta Sûriyeyê, Îsraîl û komên din ên çekdar ên li herêmên din ên Sûriyeyê jî kişand nav şer.
Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê ragihand ku wan navê hezar û 990 kesên ku di tundûtûjiyan de hatine kuştin tomar kiriye, "Di nav wan de 14 kes piştî agirbesta 20ê Tîrmehê hatine kuştin."
"Divê lêpirsîn bi leşkeran re bê kirin"
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyand ku divê hikûmeta Sûriyeyê derbarê kuştinên neyasayî yên jin û mêrên Durzî yên li Siwêdayê de, lêpirsînê bi endamên hêzên xwe yên ewlehiyê û leşkerî re bike.
Rêxistinê "delîlên nû û bihêz" kom kirine ku nîşan didin hêzên hikûmetê ji îdamkirinên neyasayî yên Durziyan ên di 15 û 16ê Tîrmehê de li Siwêdayê berpirsyar in.
Wezareta Dadê ya Sûriyeyê 31ê Tîrmeha 2025an ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Siwêdayê û hesabpirsîna ji berpirsan, komîteyek ava kir.
Lêkolînera Sûriyeyî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Diana Semaanê got:
"Dema ku hêzên ewlehiyê yan leşkerî yên hikûmetê bi qestî û neyasayî kesekî dikujin, yan jî bi hevkariya hikûmetê û bi erêkirina wê vî karî dikin, ev îdamkirineke neyasayî ye û li gorî yasayên navneteweyî tawan e."
Diana Semaanê anî zimên ku “Pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê bi lez, serbixwe, bêalî û zelal lêkolînê li ser van îdamkirinan bike û tawanbaran di dadgeheke dadperwer de darizîne, bêyî ku serî li cezayê îdamê bide.”
Lêkolînerê her wiha got, "Binpêkirinên tirsnak ên mafên mirovan li Siwêdayê, careke din bîranîneke tal a kuştina li ser bingeha cudahiya mezhebî anî bîra mirovan, ku hêz han dane bêyî tirsa hesabpirsînê bikujin.
Piştî kuştina bi sedan welatiyên sivîl ên ji kêmaniya Elewî û nebûna edaletê, ev tundûtûjî li dijî endamên kêmaniya Durzî civakeke din wêran dike, aloziyeke zêdetir çêdike û baweriya bi hikûmetê kêm dike."
"Hêzên ewlehiyê sloganên mezhebî li dijî Durziyan avêtine"
Rêxistina Amnestyê got, "Di rojên şer de û di dema ku ew kes dihatin gulebarankirin, zilamên çekdar li Siwêdayê sloganên mezhebî li dijî endamên civaka Durzî berz kirine û heqaret li oldaran kirine, wekî bi zorê jêkirin simbêlên wan."
Rêxistinê bi 13 kesên ku li Siwêdayê dijîn û her wiha bi du kesên din ên li derveyî Siwêdayê dijîn re hevpeyvîn kiriye.
Di nav van 15 hevpeyvînan de, "Endamên malbatên heşt kesan hatibûn îdamkirin, yek ji wan şahidiya îdamkirina endamên malbata xwe kiriye û yê din jî şahidiya îdamkirina komeke xelkê kiriye.
Pênc kesan serdana cihên cuda yên îdamkirinê kiriye û termên endamên malbatên xwe û kesên din dîtine.
Du hevpeyvînên din jî bi malbatên xwe re hatibûn girtin û dema ku çekdarên bi kincên leşkerî malên wan kontrol kirine, bi çekan gef li wan hatibû xwarin."
Beşa Belgeyan a Tîma Lêkolînên Dîjîtal a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, 22 vîdeo û wêneyên ku di navbera 15ê Tîrmehê û 10ê Tebaxê de bi lêkolîneran re hatibûn parvekirin an jî li ser torên civakî hatibûn belavkirin, piştrast kirine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha gotinên şahid û endamên malbatên kesên ku hatine îdamkirin an jî di vîdeoyan de derketine, kom kirine.
Her wiha derbarê revandinên ku ji aliyê komên çekdar ên Durzî û çekdarên êşîrên Bedewî ve di navbera 17 û 19ê Tîrmehê de hatine kirin de raporên 'pêbawer' wergirtine û niha lêkolînê li ser wan raporan dike.
Amnestyê 12ê Tebaxê nameyek ji wezîrên karên navxwe û parastinê yên Sûriyeyê re şand, agahiyên xwe yên destpêkê belav kirin û derbarê lêkolîna hikûmetê ya li ser bûyeran de, di nav de rola hêzên dewletê, gavên hesabpirsînê ji tawanbaran û tedbîrên ku berî û piştî pevçûnan ji bo parastina xelkê ji binpêkirinan hatine girtin, agahiyên zêdetir xwestin.
Lê rêxistin dibêje: "Heta dema belavkirina vê raporê ti bersiv nehatiye wergirtin."
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê 22yê Tîrmehê ragihand ku ew ji "binpêkirinên metirsîdar ên ku ji aliyê komeke nenas a bi kincên leşkerî ve li bajarê Siwêdayê hatine kirin" agahdar e.
Ev di demekê de ye ku du meh berê, di 23yê Gulanê de, wezîrê parastinê ragihandibû ku komên çekdar ên mezin ên li Sûriyeyê tevlî artêşê bûne û 10 roj mohlet dabû komên din ên biçûk da ku pabend bin an jî rûbirûyê bersiveke tund bibin.
Rewşa niha ya Siwêdayê
Her çend şer nemaye û rewş aram bûye jî, rewşa mirovî ya li Siwêdayê hîn asayî nebûye û qeyrana xizmetguzariyên bingehîn, sotemenî, elektrîk û xwarinê heye.
Niha Neteweyên Yekbûyî hewl dide bi rêya gihandina alîkariyan, alîkariya xelkê Siwêdayê bike.
Îro Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re got, karwaneke nû ya alîkariyên mirovî ku ji 22 kamyonan pêk dihat, gihişte parêzgeha Siwêdayê.
Karwan bi hevkariya şandeyeke Heyva Sor a Sûriyeyê û Neteweyên Yekbûyî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse