Gardiyanên Sednayayê behsa şkenceyê kir: Destdirêjî û 45 rojan birçîhîştin

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Zindana Sednayayê Gardiyan Sûriye Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê dîmenên îtirafên 3 gardiyanên berê yên Zindana Sednayayê weşandin ku di operasyonên li parêzgeha Humsê de hatibûn girtin.

Di daxuyaniya bi vîdeoyi de ya ku li ser hesabên wezaretê yên medyaya civakî hat parvekirin, hat diyarkirin ku gardiyanên berê Mahir Derwîş, Heyan Elî Dawûd û Remezan Elî Îsayê ku hewl dida ji welêt birevin, li navçeyên Hule û Tilkelexê yên Humsê di operasyonan de hatine desteserkirin.

Di vîdeoyê de Mahir Derwîşê ku bi salan li Zindana Sednayayê gardiyanî kiriye, bi hinek girtiyên ku şkence li wan kiriye re tê rûbirûkirin û behsa hinek şkenceyên ku di dema karê xwe de kirine, dike.

"45 rojan bêyî xwarin û vexwarin"

Derwîş got, “Me mirovan dibir odeyan û bi destên wan ve dadileqandin.

5-6 kesan bi dorê li wan dixist, me heta ku dimirin şkence li wan dikir.

Me hinek ji wan jî dixist hucreyê û me 45 rojan bêyî xwarin û vexwarinê dihiştin da ku dema mirin bêhna wan belav nebe.”

Derwîş anî ziman ku Sibata 2023yan herî kêm 131 girtî hatine îdamkirin û wiha li xwe mikûr hat:

"Me hemû kuştin, paşê me bi rêya girtiyan bi wesayîtan termên wan bar kirin û ji bo veşartinê birin.”

Derwîşê ku îtiraf kir ku wan êrişî girtiyên jin jî kiriye, wiha axivî:

“Min ji cîgirê birêvebir re digot keçan bîne. Me tecawuzî wan dikir, paşê me ew dikuştin.”

“Carekê ez bûm şahid ku nêzîkî 200 kes hatin îdamkirin”

Gardiyanê berê Remezan Elî Îsa jî diyar kir ku wî ji bo qutkirina dengê qîrînê di dema îdaman de agirxaneyên germkirinê dixebitand û got:

“Ji ber ku deng gelekî bilind bû, kesî qîrîna kesên li hundir nedibihîst. Carekê ez bûm şahid ku nêzîkî 200 kes hatin îdamkirin.”

Îsa da zanîn ku termên kesên dihatin înfazkirin dibirin Nexweşxaneyên Heresta û Tişrînê û got:

“Jimare li terman dihatin xistin lê kesî nedizanî ku di jêrzemînê de çi bi wan dikin.”

"Deriyekî edaletê yê ku nayê girtin heye"

Di vîdeoya ku hatiye weşandin de, mexdûr û xizmên ku ji zindanê rizgar bûne, ji aliyê karmendên Wezareta Karên Navxwe ve bi gardiyan re tên rûbirûkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab, li ser Xê derbarê operasyonê de parvekirinek kir.

Xetab di parvekirina xwe de wiha got, “Mexdûr, rûbirûyê celadê xwe yê li Zindana Sednayayê dibe.

Gardiyanan digot qey bi revê dê çîrokê bi dawî bikin lê deriyekî edaletê yê ku nayê girtin heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst