Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Rûsya baregeheke sereke ya Artêşa Azad a Sûriyeyê li derdora Laziqiyê bombebaran kirin û bi temamî wêran kirin.
Şervanên Artêşa Azad jî dibêjin ku ti carî balafirên Sûrî nediwêriyan êrîşî wan bikin, lê Rûsya ev yek kir.
Di çarçoveya êrîşên xwe yên asmanî de, balafirên cengî yên Rûsya baregeh û pinkeyên hêzên opozisyona Sûriyê li devera Çiyayê Tikumenan li gundewarên parêzgeha Laziqiyê li rojavayê Sûriyê bombebaran kirin.
Balafirên şer ên Rûsya baregeha firqeya yekm a Artêşa azad li ser sînorê Tirkiyeyê li parêzgeha Laziqiyê bi rokêtan bombebaran kirin û di encamê de baregeh bi tevahî ji nav birin û wêrankariyeke mezin gihandin dewroberê wî.
Şervanên Artêşa Azad li deverê dibêjin beriya ku balafirên şer ên Rûsya beşdarî êrîşên li dijî opozisyonê bibin, balafirên Artêşa Hikûmeta Sûriyeyê nediwêrîn ku êrîşî baregehên wan ên li ser sînorên Tirkiyeyê bikin.
Bi gotina şervanên Artêşa Azad ser bi pozisyona Sûriyeyê ve, kar û erkê firqeya yekem, ku bi firqeya Şehîd Ezîz Şêxo tê binavkirin, dabînkirina kelûpelên hawarçûnê û parastina koçberên ku xwe li deverê girtine ye.
Li gor gotina şervanên opozisyonê, balafirên Rûsya ne çekdarên DAIŞê, belku şervanên Artêşa Azad dikin armanca êrişên xwe.
Herdu deverên Çiyayê Tirkimen û Çiyayê Kurdan li gundewarên parêzgeha Laziqiyê, ku cihê malbata Esed û binkeya sereke ya elewiyên Sûriyeyê ye, ji demeke dirêj ve di jêr kontrola hêzên opozisyona Sûriyê de ne û hêzên opozisyonê li vê deverê çendîn caran metirsiyeke temam li bajarokê Qerdahe, ku bajarokê malbata Esed e çêkiribûn û hin caran jî ew topbaran kiribûn.
Çavdêr û şopîner dibêjin ku balafirên şer ên Rûsya bi şêweyeke sereke êrîşî wan deveran dikin ku hêzên opozisyonê li wan dibin gef û metirsî li ser rejîma Sûriyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse