Amerîka û Sûriyeyê li DAIŞê xist: 15 cebilxane hatin îmhakirin

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Sûriye Amerîka DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di operasyoneke hevpar a bi Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê re, li başûrê wî welatî zêdetirî 15 cebilxaneyên DAIŞê hatine îmhakirin.

Fermandarê CENTCOMê got, "Ev operasyon piştrast dike ku kom nikare xwe ducare birêxistin bike."

CENTCOMê di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyon di navbera 24 û 27ê Çiriya Paşîn de li parêzgeha Gundewarê Şamê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, leşkerên Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê de, "bi rêya çend êrişên asmanî û teqînên bejahî, alîkariya hêzên Sûriyeyê kiriye da ku ew cebilxane werin îmhakirin."

Li gorî CENTCOMê, di operasyonê de gelek çek û teqemenî hatine bidestxistin û hatine îmhakirin.

Di nava wan çekan de zêdetirî 130 hawan û mûşek, gelek tiving, Bîksî (PKM), mayînên dij-tank û madeyên ji bo çêkirina teqemeniyên bidestçêkirî (IED) hene.

Di operasyonê de her wiha dest madeyên hişbir jî hatine bidestxistin.

"Em dê baldar bin"

Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper li ser operasyonê got:

"Em dê baldar bin û şopandina tund a paşmayên DAIŞê yên li Sûriyeyê bidomînin.

Ev operasyona serkeftî, piştrast dike ku kom nikare xwe ducare birêxistin bike."

Ev operasyona hevpar di demekê de ye ku hevahengiya di navbera Hevpeymanan û hêzên navxwe yên Sûriyeyê de derbasî qonaxeke nû bûye, bi taybetî piştî ku 11ê Çiriya Paşîn Sûriye bi fermî bû 90emîn endama Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê.

Rola HSDyê û operasyonên berê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hevparê sereke yê Hevpeymanan e, 13ê vê mehê pesnê operasyonên hevpar da û ragihand:

"Tenê di mehekê de, Koalîsyonê piştgiriya zêdetirî 20 operasyonan kiriye ku şaneyên veşartî yên DAIŞê kirine armanc."

Ev yek piştî wê tê ku CENTCOMê ragihandibû, di navbera 1ê Çiriya Pêşîn û 6ê Çiriya Paşîn de, wan 22 operasyonên hevpar li Sûriyeyê kirine û di encamê de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 19 çekdar jî hatine desteserkirin.

Hevdem, dan û standinên ji bo tevlîkirina HSDyê li gel artêşa nû ya Sûriyeyê berdewam dikin ku Amerîka bawer dike ev yek "yekrêziya li dijî gefa DAIŞê bihêztir dike."

Li aliyê din, li Sûriyeyê çalakiyên CENTCOMê yên li dijî rêxistina El Qaîdeyê jî didomin.

CENTCOMê 2yê Çiriya Pêşîn ragihandibû ku wan plankarekî payebilind ê ser bi wê rêxistinê yê bi navê Mihemed Ebdulwehab Ehmed kuştiye.

Her wiha 19ê Îlonê jî endamekî payebilind ê DAIŞê yê bi navê Omer Ebdulqadir kuştibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst