Teqîna li paytexta Ermenistanê; Hejmara kuştiyan gihîşt 16 kesan

16-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Yerîvan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kuştî û birîndarên teqîna li Yerîvan a paytexta Ermenistanê ku di depoya fîşekên hewayî ya navendeke kirîn û firotinê de pêk hatibû, bilind bû û li gor rayedarên wî welatî 16 kesan di wê teqînê de canê xwe ji dest dane û herî kêm 60 kes jî birîndar bûne.

Pêr Yekşembê 14ê Tebaxa 2022an li Yerîvan a paytexta Ermenistanê di depoya fîşekên hewayî ya navendeke kirîn û firotinê de teqînek çêbûbû.

Wezareta Rewşên Awarte ya Ermenistanê di heman rojê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, teqîn di nav markêta "Surmalu" ya taybet bi firotina fîşekên hewayî de çê bûye û bûye sedem ku agirek mezin çêbibe û avahiya markêtê biherrife.

Li gor rayedarên hikûmeta Ermenistanê, di teqînê de 16 kesan canê xwe ji dest dane, û herîm kêm 60 kes jî birîndar bûne ku li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Herwiha heta niha 10 kes ji bin xirbeyên avahiya ku teqîn têde çêbûbû, hatine rizgarkirin.

Derbarê sedema teqînê de heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dan.

Tê gotin ku hin kes hêj winda ne ku di nava wan de hejmarek welatiyên Îranê jî hene û xebatên lêgerînê bo dîtina wan kesan berdewam in.

Lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e û hêzên polîs dosyeyeke taybet bi “binpêkirina qanûna depokirina madeyên agirîn” vekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst