Trump ji bo hilbijartina serokatiya Amerîkayê berbijêriya xwe ragihand

16-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji bo hilbijartina Serokatiyê ya 2024an a wî welatî berbijêriya xwe bi fermî ragihand.

Donald Trump li mala xwe ya li bajarê  Palm Beacha li Florîdayê derket pêşiya kamerayan û got, "Vegera Amerîkayê vêga dest pê dike." û îdia kir ku wî du sal berê wexta ku erk dewr kir, Amerîka ji bo serdema xwe ya zêrîn amade bû.

Trump îdia kir, di desthilatdariya wî de aboriya Amerîkayê tu wextî ew qas baş nebûbû, di polîtîkaya dervede jî Çîn, Rûsya, Îran û Koreya Bakur rêza Amerîkayê bi taybetî jî rêza wî digirt û wiha pê de çû: “Demeke dirêj e, dehan sal in ku şer tuneye, ez serokê yekem im ku di vê yekê de serkeftî bûm. Dinya di nava aştiyê de bû. Amerîka pêş diket û welatê me ber bi paşerojeke pir xweş ve dimeşiya. Lewra min sozên pir mezin dan gelê Amerîkayê û berevajiyê serokên din, ez li ser sozê xwe sekinîm. Di pêşengtiya me de em miletekî mezin û navdar bûn. Demeke dirêj bû ku me ev nebihîstibû.”

Trump diyar kir ku ew dê heta hilbijartinên 2024an ji her kesî zêdetir têkoşînê bike û wiha got: “Min berbijêriya xwe nîşan da ji ber ku ez bawer dikim ku heta niha cîhan rûmeta rastîn a vî gelî nedîtiye. Bawer bikin, em hêj negihiştine wê lûtkeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst