Parlamentera Ewropayê: Divê herêmeke xweser a Rojavayê Kurdistanê hebe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Ozlem Alev Demîrel-Bohlke / Wêne: Rûdaw
Ozlem Alev Demîrel-Bohlke / Wêne: Rûdaw
Nîşan Ozlem Alev Demîrel-Bohlke Parlamentoya Ewropayê Kurd Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Ozlem Alev Demîrel-Bohlke got, “Divê herêmeke xweser a Rojavayê Kurdistanê hebe."

Parlamentera Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Ozlem Alev Demîrel-Bohlke derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Biryarnameya Parlamentoya Ewropayê

Ozlem Alev Demîrel-Bohlkeyê diyar kir ku Parlamentoya Ewropayê biryarnameyek pesend kiriye û tê de dilgiraniyên xwe yên cidî yên li ser bipêşketinên li Sûriyeyê anîne zimên.

Ozlem Demîrelê destnîşan kir ku Sûriye dewleteke pirneteweyî ye lê hikûmeta niha kêmneteweyan û komên cuda yên etnîkî û olî li ber çavan nagire.

Demîrelê got, “Mixabin em ji destpêka meha Kanûna Paşîn ve dibînin ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li Kobaniyê, hîn jî di bin dorpêçê de ne.”

Rexne li Von der Leyenê

Siyasetmedara Kurd rexne li Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê girt û got:

“Em bi taybetî wekî Çepgir qebûl nakin ku Xanim Von der Leyen di demeke wiha de çûye Sûriyeyê, bi Ehmed Şer û hikûmeta demkî re hevdîtin kiriye û soza bi milyonan alîkariyê daye wan lê peyvêkê li ser rewşa Kurd, Elewî û Durziyên li Sûriyeyê negotiye.”

Demîrelê tekez kir ku ew ji bo hemû mirovên li Sûriyeyê wekheviyê dixwazin.

“Divê herêmeke xweser a Rojavayê Kurdistanê hebe”

Ozlem Alev Demîrel-Bohlkeyê eşkere kir ku Parlamentoya Ewropayê berê jî gelek caran li ser Sûriyeyê biryarên zelal girtine û ew her tim guvaşê dikin ku Sûriye dewleteke pirneteweyî ye.

Wê got, “Heke Sûriye ji nû ve bê avakirin, divê were qebûlkirin ku herêmeke xweser a mîna Rojavayê Kurdistanê heye.

Divê piştgirî bide hêzên pêşverû yên li Sûriyeyê.

Çewsandin û zilma cîhadîstên berê yên El Qaîdeyê ku niha di hikûmeta demkî de ne, nayê qebûlkirin.”

“Em naxwazin Kurdên ku li dijî DAIŞê şer kir nebin qurban”

Demîrel diyar kir ku saziyên Ewropî û dewletên endam heta niha bêdeng mane û Von der Leyenê li ser dorpêça Kobaniyê ku tevî peymana agirbestê jî didome, daxuyaniyeke zelal nedaye.

Demîrelê bal kişand ser metirsiya berjewendiyên jeopolîtîk û got:

“Em naxwazin Yekîtiya Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk ên li herêmê çavên xwe bigire.

Em naxwazin Kurdên ku bi qehremanî li dijî komên serbir ên DAIŞê şer kir, niha bibin qurbaniya hêzên rojavayî.”

Sê gavên bingehîn ji bo çareseriyê

Ozlem Alev Demîrel-Bohlkeyê destnîşan kir ku biryarnameya li ser kaxezê ne bes e û divê di pratîkê de were sepandin. Wê sê gavên bingehîn rêz kirin:

- Divê dorpêça Kobaniyê bi dawî bibe û alîkariya mirovî bigihêje wir.

- Di pêvajoya amadekirina destûra nû de, hemû gelên Sûriyeyê, hemû etnîk û komên olî bên beşdarkirin.

- Xebata ji bo aştiyeke mayînde û dadperweriyê li Rojhilata Navîn bê kirin.

Demîrelê di dawiya axaftina xwe de got, “Kurd di dîroka xwe de dizanin ku tenê bi berxwedan, rêxistinbûn û yekîtiyê û bi piştgiriya gelên cîhanê dikarin bijîn.

Kurdan gotineke navdar çêkiriye ku dibêjin 'Berxwedan Jiyan e'.”

Ozlem Alev Demîrel-Bohlke kî ye?

Ozlem Alev Demîrel-Bohlke 1984an li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di malbateke Kurd a Elewî de ji dayîk bû.

Ozlem Alev Demîrel 1989an bi malbata xwe re koçî Almanyayê dike.

Demîrel li Zanîngeha Bonnê beşa Zanistên Siyasî xwend.

Ozlem Alev Demîrel-Bohlke siyasetmedareke Kurd e û ji 2019an ve Endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ye.

Ew demeke dirêj e di siyasetê de çalak e û berê endama Encumena Şaredariya bajarê Kolnê û Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalenê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst