BRÎTANYA- 3 Kurdên ku bûn sedema mirina 5 kesan, hatin sizadan

18-01-2019
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Kurd Sizadan Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sê Kurdên ku li Brîtanyayê ji ber şewitandina dikana xwe bûne sedema mirina 5 kesan, ji aliyê dadgehê ve, bi zindanîkirina heta hetayê hatin cezakirin.

 

Li gor biryara dadgehê, Aram Kurd, Hawkar Hesen, Erkan Elî di Sibata 2018an de dikana xwe ya li bajarê Leicester şewitandibûn daku ji sîgortayê sûd ji 300 hezar pound werbigrin.

 

Di encama şewatê de çar kes di qata jor a avahiyê de û jinek jî di nav dikanê de şewitîbûn û canê xwe ji dest dabûn, di nav wan de dayîkek û du zarokên wê jî hebûn.

 

Li gor biryara dawî ya dadgehê, Aram Kurd û Erkan Elî divê herî kêm 38 sal di zindanê de bin û Hawkar Hesen jî 33 sal dê were zindanîkirin.

 

Li gor belgeyên ku ji Dadgeha Leicester re hatine dayîn, wan sê kesan 86 lître benzîn di dikana xwe de rijandine daku agir derkeve.

 

BBC ya Brîtanî belav kiriye ku dema dadger biryara xwe ragihandiye, wan sê kesan weke "gelek dilhişk û fêlbaz" bi nav kiriye.

 

Di destpêka bûyerê de nûçe weke teqîn hate belavkirin, lê piştre derket holê ku wan sê kesan ji bo ku ji sîgortayê pere werbigrin, agir berdane dikana xwe.

 




 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst