Hewlê (Rûdaw) - Li bendera Recaiyî ya Îranê, termên du ciwanên din jî yên Kurd ên ji Îlamê di nav qurbaniyên teqînê de hatin dîtin û herî kêm du ciwanên din ên ji heman parêzgehê bêseruşûn in.
Li Bendera Şehîd Recaiyê ya bajarê Bender Ebasê 26ê Nîsanê teqîneke mezin çêbû û piştî wê agirekî mezin li benderê derket.
Di encama teqînê de bi dehan kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Îro termê Cewad Kazimpûr ê ji bajarê Eywanê ya parêzgeha Îlamê di nav qurbaniyên teqîna Bendera Recaiyê de hat naskirin.
Her wiha du ciwanên din ên ji Eywanê yên bi navên Semîr Ebasî û Seîd Namî winda ne û malbatên wan li dû wan digerin.
Her wiha îro termê Reza Dûstî yê ji Asmanawayê ya bajarê Çerdawilê ya parêzgeha Îlamê jî hat dîtin.
Doh mirina sê welatiyên ji parêzgeha Îlamê yên bi navên Cebar Derwîşniya, Eyûb Hewas Elî û Ebdulrehman Pîrheyatî di vê bûyerê de hatibû ragihandin.
Hemû ew hemwelatiyên ku di vê bûyerê de canê xwe ji dest daye, li Bendera Recaiyê kar dikir.
Li gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin, di nav birîndaran de jî hejmarek hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê hene.
26ê Nîsana 2025an saet 12:05an agir bi Bendera Recaiyl ya bajarê Bender Ebasê ya Îranê ket û bû sedema gelek teqînan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Îskender Mûmînî ragihand ku 46 term hatine dîtin û zêdetirî 1200 kes jî di vê bûyerê de birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse