BRÎTANYA - Ciwanekî Kurd bi awayekî hovane hat kuştin

11-09-2025
RÛDAW
Şakar Necm Heme / Wêne: Rûdaw
Şakar Necm Heme / Wêne: Rûdaw
Nîşan Brîtanya Kurd Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê ciwanekî Kurd li baxçeyekî bajarê Middlesbroughê yê Brîtanyayê bidarvekirî hat dîtin.

Kesê ku pê re bûye mamosteyekî olî ye û dibêje, 6 kesan li baxçeyê avêtine ser wan û madeyên hişbir ji wan xwestine, wan ew ciwan desteser kiriye û piştre ew bi dar ve kiriye.

Apê xortê ku hatiye kuştin jî da zanîn ku ew bi guman li dozê dinêrin û li benda polîsan in.

Şakar Necm Hemeyê 26 salî nêzîkî 4 sal berê ji Silêmaniyê derketiye û çûye Brîtanyayê.

Doh termê wî li baxçeyekî bajarê Middlesbroughê hat dîtin ku baxçe yê Kurdekî ye.

Mamosteyê olî Selahedîn Ebdulkerîm ku li bajarê Middlesbrough karê xwe dike bi Şakar re bûye û bûyer li baxçeyê wî qewimiye lê term li baxçeyê Kurdekî din hatiye dîtin.

Mamosteyê olî Selahedîn Ebdulkerîm behsa bûyerê kir.

Selahedîn Ebdulkerîm diyar kir ku ew li baxçe bûn û heta saet 23:00yan dixebitîn lê 2 kes bi duçerxeyê çûne cem wan û gotiye ku amade ne alîkariya wan bikin lê wan ev yek red kiriye.

Selahedîn Ebdulkerîm qala wan kêliyan kir û got:

"Dema ku me xwest em vegerin, wan êrişî me kir, cilên wan kesan reş bûn û maske li ber devê wan bûn."

Selahedîn Ebdulkerîm her wiha anî ziman:

"Em her yek bi aliyekî ve reviyan û min xwe di nava giyayekî de veşart û telefonî polîsan kir lê berî ku polîs bigihêjin, wan ez girtim."

Li gorî gotinên Mele Selahedîn Ebdulkerîm ew kes bi Îngilîziyeke baş diaxivîn û hinek ji wan dişibiyan Arnawidan û da zanîn:

"Wan şkence li min kir, min got hûn çi dixwazin? Hevalê min li kû ye?

Wan got derman li kû ye? Meqseda wan ji derman madeyên hişbir bû.

Min got hûn şaş in û ez karê dermanan nakim, ez li vir nû me û vî baxçeyî paqij bikim."

“Cihê dermanan nîşanî me bide”

Ebdulkerîm diyar kir ku wî ji 6 kesan jî pirsa Şakar kiriye û wan jî gotiye:

"Karê me bi te nîne, cihê dermanan nîşanî me bide em dê te bibin ba wî, dema min got haya min ji dermanan nîne, wan kêr danî ser stûyê min, mîna di fîlman de di dawiyê de polîs hat û ew reviyan û ez nekuştim."

Selahedîn Ebdulkerîm da zanîn:

"Em bi polîsan re çûn baxçeyê û heta nêzîkî saet 03:00ê ber destê sibehê me gazî Şakar dikir lê ti sûda wê nebû."

Ebdulkerîm diyar kir ku ew roja din saet 10:00an li baxçeyên derdorê geriyan heta ku çûn nav baxçeyê kesekî bi navê Yûsif û got:

"Deriyê baxçeyê kilît pê ve nebû, min xwe ji ser re avêt û min ji hundir derî vekir, li baxçeyê jûrek hebû.

Em çûn hundir û me dît ku di nava jûrê de dest û lingên Şakar girêdayî ne û hatiye bidarvekirin.

Min destê xwe lê da, dema ez pê hesiyam ku miriye ez bilez derketim derve û min gazî polîsan kir."

Medyaya Brîtanyayê li gel belavkirina wêneyên baxçeyên navçeyê û cihê tawanê ragihandiye:

"Tîmeke pispor a şopandina tawanan ji bo dîtina tawanbaran li cihê bûyerê li dû delîlan digere lê heta îro kes nehatiye desteserkirin."

Hîwa Hemexerîbê apê Şakar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Em kesî tometbar nakin û niha li benda lêkolînên polîsan in, ji ber ku kamera hene û polîsên Brîtanyayê jî bi hûrî dixebitin."

Termê Şakar Necm Heme niha li Bijîşkiya Dadî ya Middlesbroughê ya Brîtanyayê ye.

Apê wî Hîwayê ku li Swêdê dijî anî ziman:

"Em ji bo vegerandina termê wî yê Kurdistanê dixebitin.

Mafê Şakar ê mayînê nebû, wî dixwest vegere Kurdistanê lê mixabin bi vî awayî canê xwe ji dest da."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst