Soran Heme Reş dê li Parlamentoya Brîtanyayê behsa Kurdan bike

08-11-2025
Hêmin Ebdullah
Afîşa semînerê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Afîşa semînerê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Brîtanya Semîner Kurd Soran Heme Reş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Brîtanyayê bi rengekî zanistî dîroka Kurdistanê û nasnameya Kurdan tê ravekirin.

Li Parlamentoya Brîtanyayê, dê semînareke girîng li ser dîrok û nasnameya Kurdan bê lidarxistin.

Semînar ji aliyê Navenda Kurdish Progressê ve tê organîzekirin û dê mazûvaniya nivîskar û dîroknasê navdar Soran Heme Reş bike.

Mijar: Hewlên jinavbirina nasnameya Kurdan

Li gorî agahiyaên dê li semînerê bi awayekî zanistî û dîrokî li ser hewlên ji bo kirêtkirin û jinavbirina nasnameya Kurdan, bi taybetî di sedsala borî de, bê rawestandin.

Tê payîn ku Soran Heme Reş di axaftina xwe de ronahiyê bixe ser wan pêvajoyên siyasî û çandî ku bandor li ser awayê têgihîştina nasnameya Kurdan kirine.

Banga beşdariyê

Navenda Kurdish Progressê bangî hemû kesên eleqedar kir ku beşdarî semînerê bibin.

Semînar dê roja sêşema bê, saet 19:00an bi dema Londonê, li hola hejmar 11an a Parlamentoya Brîtanyayê dest pê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst