Amerîkayê bang kir: Zû ji Îranê derkevin

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de berdewam dike, Amerîkayê bangî welatiyên xwe yên li Îranê kir ku demildest ji wî welatî derkevin.

Ji doh ve tê gotûbêjkirin ka gelo dê Amerîka bi awayekî fermî beşdarî şerê li dijî Îranê bibe an na.

Serokê Amerîkayê Donald Trump herî dawî planên êrişa li ser Îranê pesend kiribû.

Bi gurbûna şer re Amerîkayê bangî welatiyên xwe yên li Îranê kur ku demildest wî welatî bi cih bihêlin.

Heta niha baş nayê zanîn ku çen welatiyên Amerîkayê li Îranê ne.

Li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê dest bi veguhestina dîplomatan hat kirin

Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê, dest bi veguhestina hinek dîplomatên ku "erkên wan ne krîtîk in" hatiye kirin.

Di demekê de ku êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikin, rayedarên Amerîkî yên ku nexwestin navê xwe eşkere bikin û ji Ajansa Associated Pressê (AP) re axivîn, derbarê pêvajoya veguhestinê ya ji Îsraîlê daxuyanî da.

Rayedaran diyar kir ku hinek dîplomat û malbatên wan ên ku li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê di erkên "ne-krîtîk" de bûn, hatine veguhestin.

Rayedaran amaje bi wê yekê kir ku veguhestinên navborî demeke kurt beriya daxuyaniya Balyozê Amerîkayê yê li Îsraîlê Mike Huckabee ya derbarê berdewamiya xebatan de pêk hatiye, lê derbarê hejmara kesên hatine veguhestin de ti agahî parve nekirin.

Huckabee di nava rojê de diyar kiribû ku ji bo welatiyên Amerîkî yên ku ji ber êrişên mûşekî yên Îranê dixwazin ji Îsraîlê derkevin, xebatên veguhestinê berdewam dikin.

Ji aliyekî din ve, di nûçeya ku di rojnameya Israel Hayom de hat weşandin de, hatibû ragihandin ku 20ê Hezîranê, cara yekem ji destpêka pêvajoya pevçûnên bi Îranê re, dê destûr bê dayîn ku biyanî û dîplomat bi balafiran ji welêt derkevin.

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek binkeyên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst