New York (Rûdaw) – Balyoza Amerîkayê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digrin lê referandûma serxwebûnê me ji armanceke din dûr dixe.”
Nûnerê NY bo Karûbarên Iraqê (UNAMI) Jan Kûbîs û Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley civiyan û rewşa Iraqê û referandûna Başûrê Kurdistanê gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya UNAMI, di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Iraqê û operasyona Mûsilê kirin û tekez kirin, ku divê aramî vegere Mûsilê, koçberên vî bajarî vegerin malên xwe.
Derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de Kikki Haley got: “Ji bo biryara li ser çarenivîsa xwe em rêzê ji doz û daxwaza gelê kurd re digrin. Lê referandûma serxwbûnê dibe sedema dûrketina me ji ewlewiyeteke din, ku ew jî şerê DAIŞê û aramiya Iraqê ye.”
Beriya niha Wezareta Derve ya Amerîkayê û herwiha Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîkayê yê Tekoşîna Li Dijî DAIŞê Brett McGurk ragihandibû, ku ew niha ne li gel pêkanîna rreferandûmê ne. Ji ber ku dema wê ne guncayî ye. Di vê demê de wê bibe sedema zêdebûna aloziyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse