Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê Kompanya Baskên Şamê (Cham Wings Airlines) ya firokevaniyê ji lîsteya cezayên xwe derxist, ku di sala 2021ê de ji ber krîza koçberan li ser sînorê Belarus-Polandayê hatibû sepandin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 19ê Temûzê Yekîtiya Ewropayê Kompanya Baskên Şamê ya firokevaniyê ji lîsteya cezayên xwe derxist, ku di sala 2021ê de ji ber krîza koçberan li ser sînorê Belarus-Polandayê hatibû sepandin.
2ê Kanûna 2021ê, Kompanya Baskên Şamê ya firokevaniyê ji ber krîza koçberên Rojhilata Navîn ku ew vediguhestin sînorê Belarus-Polandayê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ketibû lîsteya cezayan.
Sala borî bi hezaran koçberên ku bi giranî ji Rojhilata Navîn û di nav wan de Kurd û Sûrî jî hebûn ku xwestibûn derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bibin li ser sînorê Belarûs-Polandê asê mabûn. Kompanya Baskên Şamê jî bi wê yekê dihat tometbarkirin ku koçberan bo Belarûsê vediguhezîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse