Hewlêr (Rûdaw) - TikTok ji ber binpêkirina mewzûata parastina daneyên kesane ya Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Komîsyona Parastina Daneyên Îrlandayê (DPC) ve bi cezayê 530 milyon euro (nêzîkî 601 milyon dolar) hat cezakirin.
Ceza ji ber veguhastina daneyên bikarhênerên Qada Aboriyê ya Ewropayê (EEA) ji aliyê platformê ve ber bi Çînê ve hat birîn.
DPCyê di daxuyaniya xwe ya roja înê de ragihand ku di veguhastina daneyan a ber bi Çînê ve, parastineke di asta standartên Ewropayê de nehatiye dabînkirin û TikTokê di vê mijarê de garantî û şefafiya pêwîst pêşkêş nekiriye.
Cîgirê Serokê Komîsyonê Graham Doyle got, "Hat tesbîtkirin ku TikTok nirxandineke têrker a derbarê parastina daneyên bikarhênerên EEAyê yên ku xebatkarên li Çînê dikarin bigihîjinê nekiriye, garantiyên pêwîst pêşkêş nekirine û ev rewş bi awayekî zelal diyar nekiriye."
Doyle her wiha bal kişand ser wê yekê ku îhtimala gihîştina daneyên kesane di bin yasayên têkoşîna li dijî terorê û îstîxbaratê yên Çînê de bi qasî pêwîst li ber çavan nehatiye girtin.
DPCyê ferman da TikTokê ku di nav şeş mehan de pêvajoyên xebatkirina li ser daneyan li gorî Rêziknameya Giştî ya Parastina Daneyên YE (GDPR) guncan bike.
Eger lihevkirinek pêk neyê, dê çalakiyên veguhastina daneyan ên ji bo Çînê yên şirketê bên rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse