Bruksel (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Lîtwanyayê Kęstutis Budrys ji Rûdawê re got, “Mafê me heye ku em dîsa sizayan li ser Sûriyeyê bisepînin.”
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê dicivin.
Wezîrê Karên Derve yê Lîtwanyayê Kęstutis Budrys jî tevlî civînan dibe û wî pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Kęstutis Budrys diyar kir ku “Divê Sûriye pêbendî prensîbên piralî, parastina hemû komên di nav civakê de û hemû hindikahiyan be” ev ev şertên rakirina cezayan bûn û got:
“Ev merc bû. Eger rêz li vî mercî neyê girtin, wê demê mafê Yekîtiya Ewropayê heye ku cezayan vegerîne.”
Rûdaw: Yekîtiya Ewropayê çi rolê digire ji bo parastina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê, bi taybetî jî ji bo parastina mafên Kurdan ku wan ji bo hemû Ewropayê bi DAIŞê re şer kir?
Kęstutis Budrys: Ev yek ji daxwazan bû û yek ji mercan bû ji bo rakirin an rawestandina cezayên li ser Sûriyê ku divê Sûriye pêbendî prensîbên piralî, parastina hemû komên di nav civakê de û hemû hindikahiyan be. Em vê yekê dişopînin.
Ji bo me ev bi rastî girîng e, çi olî be, çi neteweyî be, an her nasnameya din be. Ji ber vê yekê divê bê parastin. Ev merc bû. Eger rêz li vî mercî neyê girtin, wê demê mafê Yekîtiya Ewropayê heye ku cezayan vegerîne.
Em dixwazin peyameke pir zelal bişînin ji ber ku ev mercê Lîtwanyayê bû ji bo piştgirîkirin an jî li dijî nebûna li hemberî vê lihevkirina pir dijwar a ku em gihîştinê.
Em bi rastî dixwazin piştgiriya Sûriyeyê bikin. Em dibînin ku rewş çi qasî aloz e. Tenê zêdetirî nîv sal derbas bûye ji dema ku şerê hovane rawestiyaye. Pêdiviya we bi alîkariyê heye. Em jî amade ne ku beşdarî wê bibin ji bo pêşkêşkirina wê.
Lê hinek prensîbên yasaya navneteweyî hene ku divê li gorî wan tevbigerin. Ew jî bi rêzgirtina li serweriya welatan ve girêdayî ne ku divê rêz li standardên mafên mirovan jî bê girtin.
Rûdaw: Nêrîna we li ser vegerandina penaxwazan a ji aliyê hinek welatên wekî Almanyayê ve çi ye?
Kęstutis Budrys: Ev hîn jî pêvajoyeke berdewam e derbarê wê yekê ku em dê çawa Peymana Koç û Penaberiyê bi cih bînin. Em di dan û standinê de ne li gel welatan û ez bawer dikim ku em dê çareseriyekê bibînin, bi taybetî derbarê wan welatên ku wekî cîhekî aram ji bo jiyanê tên hesibandin. Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse