ISWAPê 8 leşker kuştin

9 demjimêr berê
Nîşan ISWAP Nîjerya Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina ISWAPê ya girêdayî DAIŞê li bakurrojhilatê Nîjeryayê êrişek pêk anî.

Li gorî medyaya Nîjeryayê, di êrişê de 8 leşker hatine kuştin û 23 leşker jî birîndar bûne.

Rayedarekî leşkerî ragihand ku çekdarên ISWAPê êrişî baregeheke leşkerî ya li gundê Kauwayê yê eyaleta Bornoyê kiriye.

Nîjerya ev demeke dirêj e li gelek deverên welêt rûbirûyî êrişên komên çekdar û rêxistinên terorîst dibe.

Di nav wan rêxistinan de Boko Heram û ISWAP jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst