Gelo cîhan ji ‘zivistana atomî’ re amade ye?

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Atomî Çeka Nukleerî Pennsylvaniayê ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya zanistî hişyariyê dide ku eger şerekî atomî rû bide "zivistana atomî" dê ne tenê sermayeke kujer bîne lê dê piraniya çavkaniyên xwarinê yên cîhanê jî tune bike.

Bînin ber çavê xwe, nîvro ye lê asman reş bûye û bûye şeveke lal. Ne heyv diyar e, ne jî stêrk. Dûxan û xwelî wekî kefenekî hemû cîhanê dipêçin. Ev senaryoya tirsnak a zivistana atomî ye.

Piştî teqîna bombeyên atomî, dûxana stûr atmosferê digire û bi salan nahêle tîrêjên rojê bigihêjin erdê.

Di encamê de, erd dikeve nav sermayeke kujer û çavkaniyên xwarinê û belkî mirovahî bi xwe jî tune bibe.

Bandora li ser çavkaniyên xwarinê

Gelek kes şaş difikirin ku şerê atomî tenê zererê dide wê hînterlanda ku lê hatiye bikaranîn lê di rastiyê de, wêraniya wê dikare bandorê li hemû cîhanê bike.

Lêkolîneke nû nîşan dide ku eger zivistana atomî rû bide dê çavkaniyên me yên xwarinê çawa tune bibin.

Fokusa lêkolînê li ser garis e

Lêkoler û pisporên Zanîngeha Pennsylvaniayê ya Amerîkayê lêkolînek li ser îhtimala şerê atomî kiriye da ku zanibin zivistana atomî dê çawa bandorê li berhemên xwarinê yên cîhanê bike.

Lêkoleran garis (gilgil) wekî mînak wergirtiye, ji ber ku li seranserê cîhanê herî zêde ev berhem tê çandin.

Zanayê giyanasiyê Yuning Shi li ser lêkolînê wiha got, "Me di lêkolîneke de texmîn kir bê ka şerê atomî dê çawa bandorê li hilberîna garis bike.

Me 6 senaryoyên cuda li ser 38 hezar û 572 cihên cîhanê ceribandin ku li gorî wan dê di navbera 5 milyon û 165 mîlyon tonana de xwelî li hewayê belav bibe."

Encamên metirsîdar: Kêmbûna berhem û têkçûna Tebeqeya Ozonê

Encamên lêkolînê karesatê destnîşan dikin.

Eger şerekî sînordar ê atomî çêbibe û "tenê" 5,5 mîlyon ton toz belav bibe hilberîna garis dê ji sedî 7 kêm bibe.

Eger şerekî cîhanî rû bide û 165 mîlyon ton xwelî belav bibe, berhem dê ji sedî 80 kêm bibe.

Lê metirsî ne tenê ev e. Di senaryoya herî xirab de, Tebeqeya Ozonê ya ku giyayan diparêze jî dê birûxe.

Shi diyar dike ku teqînên atomî oksîda nîtrojenê çêdike û ev made, germahî û xwelî dê bi lez Tebeqaya Ozonê birûxîne.

Di encamê de, tîrêjên ultraviyole (UV) yên ziyandar zêdetir digihêjin rûyê erdê. Ev jî zererê dide şaneyên giyayan û berhemên xwarinê hîn zêdetir kêm dike.

Lêkoler texmîn dikin ku di navbera sala şeşem û heştem a piştî şer, zerera ji ber tîrêjên UV dê bigihêje lûtkeyê û berhemê garis ji sedî 7 kêm bike.

Bi vî awayî, kêmbûna giştî ya hilberîna garis dê bigihêje rêjeyeke tirsnak a ji sedî 87an û bibe sedema krîzeke xwarinê ya cîhanî.

Rêyên rizgariyê û paşeroj

Lêkolîn destnîşan dike ku ji bo bidawîbûna zivistana atomî, 7 heta 12 sal pêwîst in da ku berhemê garis ê cîhanê vegere rewşa xwe ya asayî.

Piştî karesatê, başbûn dê li her derê ne wekî hev be.

Başûrê pazemînê cîhanê dê ji bakurê wê zêdetir ji zivistana atomî rizgar bibe. Ango, welatên wekî Îraq û Kurdistan û dê ji welatên nêzîkî cemseran zûtir ji krîz û zivistana kujerê rizgar bibin.

Hinek rê hene ku dikarin pêvajoya başbûnê bileztir bikin. Wekî mînak, bikaranîna wan cûreyên garis ê ku li hemberî sermayê berxwedêr in û zû berhem didin.

Tê payîn ku ew garis dikare kêmasiyê heta ji sedî 10 kêmtir bike.

Ji ber ku metirsiya şerê atomî ji dema şerê sar ve bi qasî niha mezin nebûye, lêkoler pêşniyar dikin ku divê ji niha ve amadehî ji bo "çandiniyeke berxwedêr" were kirin.

Ev tê wê wateyê ku divê li her herêmê ew cureyên tov werin hilbijartin û amadekirin da ku mirovahî di rewşeke karesateke bi vî rengî de karibe li ber xwe bide. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst