Donald Trump ji Rûdawê re qala Îran û Sûriyeyê kir

2 demjimêr berê
Diyar Kurde
Donald Trump ji Rûdawê re qala Îran û Sûriyeyê kir / Wêne: Rûdaw
Donald Trump ji Rûdawê re qala Îran û Sûriyeyê kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Donald Trump Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump pirsên Rûdawê yên derbarê Sûriyeyê û Îranê bersivandin.

Serokê Amerîkayê peyameke tund da Îranê û got, "Min ji Îraniyan re gotiye, eger hûn kesekî jî bi dar ve bikin, ez dê êrişî we bikim."

Trump herwiha amaje pê kir, "Ji bo Îraniyan baştir e ku dan û standinan bikin û peymaneke adilane bi dest bixin."

“Ehmed Şer ji bo Kurdan baş bûye”

Donald Trump derbarê rewşa Sûriyeyê jî axivî û got ku ew welat ji nû ve tê birêxistin.

Trump qalê Ehmed Şer jî kir û got, “Serokê Sûriyeyê karekî gelekî baş dike.”

Li gorî Serokê Amerîkayê, “Serokê Sûriyeyê heta niha ji bo Kurdan baş e.”

Pirsên Diyar Kurde û bersivên Trump ev in:

Rûdaw: Birêz Serok, gelekî spas. Bi dîtina min şerekî din heye ku te ew daye rawestandin û divê tu pê serbilind bî, ew jî li Sûriyeyê ye. Wezîr Rubio, piştî civîna xwe ya li Munîhê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û Generalê Kurd Mezlûm Ebdî re, got ku Serok Trump rasterast beşdarî hewlên ji bo rawestandina şerê di navbera Kurdan û Sûriyeyiyan de bûye. Îdareya te dê çawa piştrast bike ku ev aştî dê bidome û gelo tu piştgiriyê didî wê nêrînê?

Donald Trump: Baş e, ev mijareke gelekî cuda ye. Ez naxwazim demeke zêde veqetînimê lê ez tenê dikarim vê bibêjim ku Serokê Sûriyeyê, ku min bi xwe ew li wir daniye, karekî bêhempa dike.

Ew zilamekî hişk e, ne xortekî saf e. Xortekî saf nedikarî wê yekê bike. Lê Sûriye dibe yek, bi rastî jî bi awayekî baş dibe yek. Heta niha jî, ew ji bo Kurdan gelekî baş bûye. Belê.

Rûdaw: Birêz Serok, peyama te ji bo gelê Îranê piştî du gerên dan û standinan ên bi wan re çi ye? Gelo ti peyamên te ji bo gelê Îranê hene?

Donald Trump: Gelê Îranê? Yên li Îranê yan xelkê Îranê yê li vir?

Rûdaw: Yên li Îranê.

Donald Trump: Baştir e ku peymaneke adilane bikin. Baştir e peymanekê bikin.

Tu dizanî, gelê Îranê ji serkirdeyên Îranê gelekî cuda ye. Ew rewşeke gelekî, gelekî xemgîn e lê di demeke kurt de 32 hezar kes hatin kuştin. Beriya niha bi du hefteyan dixwestin 800 kesî bi dar ve bikin, bidarvekirin, bidarvekirin...

Hinek ji wan bi vîncan. Bi vînceke bilind wan bilind dikin û li qadê wan dizivirînin. Dixwestin 837 kesan bi dar ve bikin û min peyamek ji wan re şand: "Eger hûn kesekî bi dar ve bikin, heta kesekî jî, dê rasterast di wê dem û gavê de li we were xistin." Ez dê du hefteyan li bendê nemama û min dê dan û standin nekira û wan jî dev ji bidarvekirinê berda. Wan ew 837 kes bi dar ve nekirin, wekî ku diyar e wan ti kes bi dar ve nekiriye lê na, hesteke min a gelekî xerab ji bo gelê Îranê heye. Ew wekî... di dojehê de jiyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst