Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Giştî ya Berlînê da zanîn ku welatiyekî Îraqê yê 38 salî li balafirgeha paytexta Almanyayê hatiye girtin.
Ew kes li gel çend kesên din, bi diziya zêr, xemil û demjimêrên biha yên bi qasî 18 milyon euroyan tê tohmetbarkirin.
Ew ji Enqereyê vegeriyaye
Berdevkê Dozgeriya Giştî ya Berlînê Alan Bauer îro derbarê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Bauer da zanîn ku ew kes 11ê Sibatê dema kontrolkirina pasaportan li Balafirgeha Berlînê hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyan, ew tohmetbar ji Enqereyê vegeriyaye Almanyayê.
Alan Bauer bal kişand ser daxuyaniya hevpar a Dozgeriya Giştî û Polîsên Federal ku qala tohmetên wî gumanbarî dikin.
Cihê bûyerê şewitandine
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Li gorî lêkolînên niha, guman heye ku ev kes Çiriya Paşîn a 2022yan beşdarî diziyeke mezin a organîzekirî bûbe.
Li gorî agahiyan, wî kesî di wê bûyerê de zêr, xemil û demjimêrên destan ên bi bihayê nêzîkî 18 milyon euroyan ji qaseyekê dizîne."
Her wiha hat destnîşankirin ku piştî diziyê "cihê bûyerê hatiye şewitandin."
Li gorî daxuyaniyê, tohmetbarê Îraqî ji balafirgehê veguhastine Girtîgeha Moabitê ya li Berlînê û pişt re derxistine pêşberî dadwerê lêpirsînê.
Li gorî qanûnên Almanyayê û li gorî madeya 244an a Qanûna Cezayan a Almanyayê, cezayê tawana "diziya mezin a organîzekirî" ji salekê heta 10 salan girtîgeh e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse