Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îranê ragihand ku ew îhtîmala hevkariya di navbera Tehran û Washingtonê ya di sektora petrol û gazê de dûr nabînin.
Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknejad amaje bi berdewamiya dan û standinên atomî kir û got, "Her tişt mumkin e."
Ev daxuyanî di demekê de tê ku di navbera Tehran û Washingtonê de gotûbêj hene.
Wezîrê Petrolê yê Îranê Muhsîn Paknejad îro li ser pêwendiyên bi Amerîkayê re daxuyaniyek da.
Paknejad diyar kir, "Hîn ne diyar e bê ma ew hevkarî dê bikevin warê meriyetê yan na lê em ji bo lihevkirinê amade ne."
Mijarên sereke yên dan û standinan
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê Kar û Barên Dîplomasî û Aboriyê Hemîd Qenberî 15ê vê mehê hinek agahî parve kiribûn.
Qenberî eşkere kiribû ku "Berjewendiyên hevbeş ên di warên petrol û gazê, qadên petrolê yên hevbeş, hilberîna madenan û heta kirîna balafiran" mijarên sereke yên gotûbêjên Tehran û Washingtonê ne.
Trafîka dîplomasiyê
Vê mehê di navbera Îran û Amerîkayê de du gerên girîng ên dan û standinên atomî hatin kirin.
Gera yekem 6ê Sibatê li Mesqeta paytexta Umanê hat kirin.
Gera duyem jî 17ê Sibatê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hat kirin.
Gefên Trump
Di vê navberê de divê were gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump zextên xwe yên li ser Tehranê zêde kirine.
Donald Trump doh demeke 10 rojî da Îranê û got:
"Divê em bigihin rêkeftineke watedar, eger na dê tiştên xerab biqewimin. Di nava 10 rojên pêşiya me de her tişt de zelal bibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse