Aloziya Amerîka û Îranê: Almanya û Norwecê leşkerên xwe vekişandin

2 demjimêr berê
Nîşan Îran Amerîka Alozî Almanya Norwec Leşker Vekişandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku aloziya di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibe, Almanya û Norwecê wekî tedbîr leşkerên xwe yên li herêmê vekişandin.

Almanyayê ragihand ku ji ber "zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn" hinek yekîneyên xwe yên li Îraqê vekişandine.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji AFPyê re axivî.

Berdevk diyar kir ku li baregeha leşkerî ya li Herêma Kurdistanê, ji bilî personelên ku ji bo kapasîteya operasyonel hewce ne, hemû leşker hatine tehliyekirin.

Yekîneyên Almanyayê di çarçoveya mîsyoneke navneteweyî de li Hewlêrê bûn.

Armanca wan perwerdekirina hêzên herêmî û rêlibergirtina derketina DAIŞê bû.

Parlamentoya Federal a Almanyayê meha borî biryar dabû ku dema erkê leşkerî yê li Îraqê heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an dirêj bike.

Her wiha Norweca ku leşkerên wê li Îraq û welatên herêmê hene jî ragihand ku personelên xwe tehliye kirine.

Nêzîkî 60 leşkerên Norwecê li Rojhilata Navîn hebûn ku erkê wan perwerdekirina hêzên herêmî bû.

Norwecê derbarê hejmar û cihê leşkerên ku hatine tehliyekirin agahî parve nekirin.

Aloziya Amerîka û Îranê

Artêşa Amerîkayê hefteyên dawî keştiyên balafiran ên Gerald R. Ford û Abraham Lincoln, çend keştiyên şer û bi dehan balafirên şer şandin nêzîkî Îranê.

Keştiya balafiran a Gerald R. Fordê destpêka îsal beşdarî êrişa li ser Venezuelayê jî bûbû.

Li gorî du rayedarên bilind ên Amerîkayê ku ji Reutersê re axivîne, artêşa Amerîkayê amadehiya operasyoneke demdirêj dike ku dibe "bi hefteyan biajo."

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê diyar kiribû ku ew hêz ji bo "di dema pêwîst de werin bikaranîn" şandine herêmê.

Li aliyê din dan û standinên di navbera birêvebiriyên Washington û Tehranê de didomin.

Amerîka xeynî bernameya nukleer dixwaze hilberîna mûşekan jî were sînordarkirin.

Rejîma Îranê jî naxwaze kapasîteya mûşekan bike mijara nîqaşê.

Her du alî herî dawî li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê civiyan.

Çavkanî: DW

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst