Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê li dijî gotinên Barack Obama yên li ser hebûna fezayiyan derket.
Trump ragihand ku serokê berê bi eşkerekirina "agahiyên dizî" xeletiyeke mezin kiriye.
Hefteya borî Barack Obama di hevpeyvînekê de li gel rojnameger Brian Tyler Cohen gotibû ku "fezayî di rastiyê de hene."
Lê belê Obama diyar kiribû ku wî bi xwe ew nedîtine û ew ne li Herêma 51ê ne.
Obama her wiha gotibû, "Li binê erdê ji bo veşartina wan ti cih nînin. Tenê eger planeke pir mezin hebe û ev mijar ji Serokê Amerîkayê veşartibin, ew tiştekî din e."
Obama bi paş de gav avêt
Piştî hevpeyvînê Obama ji gotinên xwe poşman bû û got:
"Min ji ber xwe ve wiha got.
Dema ku ez serok bûm min ti belge nedîtin ku hebûna wan piştrast bike."
Bersiva Trump a ji bo Obama
Donald Trump di balafira taybet a serok (Air Force One) de ji rojnamegeran re axivî û bersiva Obama da.
Trump diyar kir ku ew bi xwe piştrast nîne bê ka fezayî "rast in yan na" lê Obama bi axaftina li ser vê mijarê "agahiyên dizî " dane.
Trump ji nûçegihanê Fox Newsê Peter Doocy re got:
"Wî agahiyên dizî eşkere kirin. Nedibû ku wî ev kar bikira.
Ez nizanim ew (fezayî) rast in yan na lê ez dikarim ji we re bibêjim ku wî agahiyên dizî eşkere kirine û xeletiyeke mezin kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse