The Stringerê guman li ser wêneyekî 50 salî çêkir

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nick Ut Vîetnam Amerîka World Press Photo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belgefîlma The Stringerê guman li ser xwediyê rast ê wêneyekî çêdike ku 50 sal in xelata baştirîn wêneyê salê wergirtiye û li cihanê belav bûye.

Wêneyê îkonîk e ku li çar aliyên cîhanê bi navê "Karesata Şer" tê naskirin û di bîra kesên li dijî şer de şopeke kûr hiştiye piştî 50 salî dîsa di rojevê de ye.

Weqfa World Press Photoyê ragihand ku ew dê di derbarê xwediyê rast ê wî wêneyî de ji nû ve nirxandinê bike.

Ev wêne yê rojnameger û wênegir Nick Ut e û wêne bi navê Karesata Şer (The Terror of War) li seranserî cihanê tê naskirin.

Belgefîlmê "The Stringer" guman li ser xwediyê rast ê vî wêneyî çêkir.

Rêxistina World Press Photoyê 1973yan û Xelata Pulitzerê û Xelata Wêneyê salê dabû wêneyê Nick Ut.

Ev wêne çîrokeke karesata şerê Vîetnamê tîne ziman.

Wêneyê keçikeke biçûk a tazî nîşan dide ku di êrişeke li ser Napalmê de di dema di rêya gundekî Trang Bang ê wî welatî re direve, wênegir wî wêneyî digire û beşeke bedena wê keçikê jî ji ber şer şewitiye.

Ev wêneyê wê kêliyê bû semboleke cîhanî ya li dijî şer û bandoreke yekser li ser raya giştî ya cîhanê kiribû.

Belgefîlma The Stringer xwediyê eslî yê wêne kiriye rojev

World Press Photoyê di daxuyaniyekê eşkere kir ku rola herî girîng a World Press Photoyê ne ew e ku wekî dadwerekî dawî yan navbeynkarekî kar bike, belkî rexsandina derfetê ye bo gotûbêjeke kûr û eşkere.

Derhêner û lekoler Bao Nguyen derhêneriya belgefîlmê kiriye.

Belgefîlm 1ê Gulana 2025an li Festîvala Fîlman a Sandancê ya Amerîkayê hatibû nîşandan.

Vê belgefîlmê nîqaşek li ser xwediyê rast ê wêne dabû dastpêkirin.

Di belgefîlmê de behsa wê yekê tê kirin ku wênegirekî serbixwe ew wêne girtiye lê sernivîserekî wêneyan ê Ajans France Pressê bi şaşî navê Nick Ut li ser wêne daniye û ew kiriye xwediyê wî wêneyê bi nav û deng.

“Xelat derbasdar e”

Alîkarê Serokê Ajansa Associated Pressê Darryl McCrudden got, "Belgeya pêwîst di destê me de nîne ji bo wê yekê ku xwedîtiya wêneyî ji Nick Ut wergirin, ti kes nikare bawer bibe ji wê yekê ku nîv sedsal berî niha li ser wê rêyê çi rû daye."

Berpirsa Bernameyan a World Press Photoyê Jumana El Huseyniyê jî diyar kir ku ew ji gumanên nû yên di derbarê xwediyê wêne de agahdar in lê ev yek biryara "Wêneyê Salê" ya ku sala 1973yan hatiye dayîn.

Jumana El Huseyniyê her wiha got, "Her çend ku di derbarê mijara kê wêne girtiye de hinek gumanên me hebin jî, ev kar sala 1973yan wekî 'Wêneyê Salê' hat hilbijartin û ew xelat hîn jî derbasdar e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst