Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya xwefesixkirin û çekdanînê "bipêşketineke girîng e."
Rutte her wiha eşkere kir ku ew bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser wê yekê hemfikir bûne ku ev gav "derfetek e."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte li Bruksela paytexta Belçîkayê di konferanseke çapemeniyê de, beriya destpêkirina civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ya taybet ji bo mijara parastinê, ji rojnamegeran re axivî.
Rutte got: "Bêguman ev bipêşketineke girîng e. Ragihandina PKKê derbarê danîna çekan de, bêguman daxuyaniyeke girîng e."
12ê Gulana îsal, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihandibû ku kongreya xwe ya 12emîn di navbera rojên 5-7ê heman mehê de li dar xistiye û tê de biryara çekdanîn û xwefesixkirinê daye.
Rutte got, "Hefteya borî min Serok Erdogan ziyaret kir. Her du alî hemfikir bûn ku ev derfetek e.
Em li gel hemû aliyên pêwendîdar ji nêzîk ve çavdêriya destpêkirina diyalogê dikin."
27ê Sibata 2025an, rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan, bi rêya Heyeta Îmraliyê bangawaziyek kir û tê de daxwaz ji PKKyê kir çekan deyne û xwe fesix bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse