Pentagon: Zehmet e mirov hevpeymanekî ji Kurdan baştir bibîne

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pentagon Amerîka Dan Zimmerman Hêzên Pêşmergeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê yê Kar û Barên Ewlehiya Navneteweyî Dan Zimmerman got, “Zehmet e mirov hevpeymanekî ji Kurdan amadetir û bihêztir bibîne.”

Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê yê Kar û Barên Ewlehiya Navneteweyî Dan Zimmerman li ser hevpeymaniya ewlehiyê ya di navbera Amerîka û Kurdên li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Dan Zimmerman di dema nîqaşên li Kongreya Amerîkayê de hatin rojevê.

Nîqaş li ser bandora kêmkirina budceya têkoşîna li dijî DAIŞê ya li ser hevpeymanên Washingtonê bûn.

Mijara piştgiriya Hêzên Pêşmergeyan

Endamê Komarî yê Kongreyê Mike Turner di rûniştina Komîteya Xizmetên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê de, dilgiraniyên xwe yên li ser kêmkirina budceya têkoşîna li dijî DAIŞê anîn zimên.

Turner bi taybetî pirsî ka dê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îraq û Hêzên Pêşmergeyan bidome yan na.

Li hemberî vê yekê Zimmerman da zanîn, ew ji piştgiriya budceyê ya ku Kongre ji bo domandina vê hevpeymaniyê dide kêfxweş in.

Zimmerman her wiha mijar bi guherîna rewşa gefan a li herêmê ve girê da.

Mîlîsên Şîe dikarin zererê bidin Amerîkayê

Rayedarê Pentagonê diyar kir ku piştî operasyona “Xezeba Destanî” komên mîlîs ên ku Îran piştgiriya wan dike nîşan daye ku ew dikarin li Îraqê serbixwe tevbigerin.

Zimmerman destnîşan kir ku ev rewş dikare zererê bide berjewendiyên Amerîkayê.

Axaftina Endamê Kongreya Amerîkayê Mike Turner a li Kongreyê ya li ser Kurdan bi vî rengî bû:

“Di îfadeya ku Amîral daye de tê diyarkirin ku DAIŞ bi saya hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan ên Kurdistanê heta radeyeke mezin hatiye têkbirin.

Lê belê dema ez li rewşa giştî ya budceya têkoşîna li dijî DAIŞê û budceyên perwerde û çekdarkirinê dinêrim, ez ji bandora vê ya li ser hevpeymanên me yên Kurd ên li Îraqê dilgiran dibim.

Hûn dikarin hinekî qala piştgiriya me ya ji bo hevpeymanên me yên Kurd ên li Îraqê û paşeroja vê piştgiriyê bikin?”

"Rêzeke me ya mezin ji bo Kurdan heye"

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Dan Zimmerman li ser vê pirsê wiha axivî:

“Spas dikim Endamê Kongreyê. Rêzeke me ya mezin ji bo hevpeymanên me yên Kurd ên li Îraqê heye.

Bi rastî zehmet e mirov komeke ji wan amadetir û jêhatîtir bibîne da ku pê re bixebite.

Em ji piştgirî û budceya ku Kongre ji bo domandina vê hevpeymaniyê dabîn dike kêfxweş in.

Ev rewş bi taybetî bi operasyona Xezeba Destanî' eşkeretir bû.

Derket holê ku komên mîlîs ên Şîe yên li Îraqê xwedî kapasîteyeke cidî û serbixwe ne ku dikarin zererê bidin Amerîkayê.

Vê yekê careke din nîşan da ku hevpeymanên me yên Kurd ên li Îraqê çi qasî girîng û alîkar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst