Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, “Divê Şam rê li ber ketina DAIŞê û cîhadiyên din ên tundrev a nav herêmê (Siwêda) bigire û nehêle ew komkujiyan pêk bînin.”
Şerê li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê yê di navbera Durziyan û eşîrên Ereban de 13ê Tîrmehê dest pê kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê şeva borî ragihand ku şerê li Siwêdayê rawestiyaye lê hîn jî ji bajêr dîmenên şer tên.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û xwest ku birêvebiriya li Şamê rê li ber komkujiyan bigire.
“Divê destdirêjî û kuştin rawestin”
Marco Rubio bal kişand ser hebûna DAIŞiyan û çekdarên tundajo û wiha got:
“Amerîka di sê rojên dawî de derbarê geşedanên tirsnak û xeter ên li başûrê Sûriyeyê, bi Îsraîl, Urdin û rayedarên Şamê re di nav hewldaneke xurt de ye.
Divê destdirêjî û kuştina mirovên bêguneh a ku qewimiye û hîn jî berdewam dike, bi dawî bibe.
Eger rayedarên Şamê bixwazin derfeta avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, berfireh û aram a ku ji DAIŞê û kontrola Îranê azad be biparêzin, divê ew bi bikaranîna hêzên xwe yên ewlehiyê alîkariyê bikin da ku dawî li vê karesatê were anîn û rê li ber ketina DAIŞê û cîhadiyên din ên tundrev a nav herêmê bigirin û nehêlin komkujiyan pêk bînin.
Her wiha divê her kesê ku sûcên hovane pêk aniye, di nav de yên di nava refên wan de jî, berpirsyar bigirin û derxin pêşberî dadgehê.
Wekî din, divê şerê di navbera komên Durzî û Bedewiyan ên li herêmê de jî demildest bê rawestandin.”
The U.S. has remained heavily involved over the last three days with Israel, Jordan and authorities in Damascus on the horrifying & dangerous developments in southern Syria.
— Marco Rubio (@marcorubio) July 20, 2025
The rape and slaughter of innocent people which has and is still occuring must end.
If authorities in…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse