Dusseldorf (Rûdaw) - Di çarçoveya peymaneke nû ya bi Fransayê re, Brîtanyayê yekemîn koçber dersînor kir.
Li gorî peymanê, li hemberî her koçberekî ku bi awayekî neyasayî diçe Brîtanyayê û tê dersînorkirin, Fransa dê koçberekî din bi awayekî yasayî bişîne wî welatî.
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê vê yekê wekî "gava yekem" dibîne lê rexnegir dibêjin ev pêngaveke "sembolîk" e.
Gelek ji wan kesên ku niha li Brîtanyayê ne yan jî merivên wan li Kurdistanê ne, dixwazin li ser vê mijarê zêdetir bizanibin.
Rojnameger û şarezayê siyaseta koçberiyê li Brîtanyayê Nebez Bazyanî bû mêvanê Diyasporayê û hûrgiliyên vê peymanê û bandorên wê rave kirin.
Peymana nû ya London û Parîsê
Nebez Bazyanî da zanîn ku welatên Ewropayê bi giştî û Brîtanya jî di nav de, siyaseta xwe ya penaberiyê li hemberî pêlên koçberan her ku diçe tundtir dikin.
Yek ji van hewldanan, peymana ku di meha Tîrmehê de di navbera serokê Fransa û serokwezîrê Brîtanyayê de hat îmzekirin bû ku wekî "bernameya yek bo hundir, yek bo derve" tê zanîn.
Pêvajo kete warê bicihkirinê
Bazyanî derbarê bicihkirina pêvajoyê de got "Di du rojên borî de ev pêvajoya ku penaberan dersînorî axa Fransayê dike, ket warê bicihkirinê. Di destpêka pêvajoyê de welatiyekî Hindistanê hat şandin."
Wî behsa doza welatiyê Erîtreyî kir û got, "Di mijara welatiyê Erîtreyî de, Brîtanya rastî astengiyeke yasayî hat ji ber ku wî ji dadgehê xwestibû li biryarê binêre lê di rûniştina duyem de heman dadwer daxwaza wî qebûl nekir.
Sibeha Înê, (19.09.2025), tevî hemû hewldanên rêxistinî û yasayî jî, ew welatî bo Fransayê hate şandin."
Plana salane: 2600 kes
Bazyanî eşkere kir "Li gorî peymanê, dê hefteyê 50 kes û salê 2600 kes bên dersînorkirin.
Pêvajo niha di çarçoveya ceribandinê de ye. Li gorî daxuyaniyên berpirsên her du welatan, eger pêvajo bi awayekî baş bi rê ve biçe, dê di salên bê de hejmara dersînorkiriyan zêdetir bibe."
Rexne û helwesta Wezîrê Navxwe
Bazyanî got li ser asta rexneyan jî got, "Pêvajo rastî rexneyên aliyên opozîsyonê û her wiha beşek ji welatiyên Brîtanyayê hatiye, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo pirsgirêka hatina berdewam a koçberan çareser nake, di demekê de ku tenê îsal zêdetirî 36 hezar kes bi awayekî neyasayî derbasî axa Brîtanyayê bûne."
Bazyanî daxuyaniyeke Wezîrê Karên Navxwe yê Brîtanyayê jî ragihand û got "Vê sibehê Wezîrê Karên Navxwe yê Brîtanyayê got, 'Eger ji niha û pê ve her penaberek, her koçberek were nav axa Brîtanyayê, em dê hewl bidin wî zû dersînorî Fransayê bikin û em dê êdî rê nedin ku ew astengiyên yasayî yên berê li pêşiya me bûn, careke din derkevin'."
Zexta siyasî û aborî li ser Brîtanyayê
Derbarê bandorên giştî de, Bazyanî hinek amar anîn ziman û got, "Tenê di sala borî de, 109 hezar kes bi giştî di çarçoveya proseya penaberiyê de hatine nav axa Brîtanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Ev hejmara mezin di 20 salên borî de bêhempa bûye. Loma vê yekê zexteke mezin a siyasî û aborî daniye ser Brîtanyayê."
Nebez Bazyanî her wiha got, "Ji sala borî heta niha, 111 hezar welatî li benda çareserkirina dozên xwe ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse