Li Efxanistanê balafirek ket

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Efxanistan Balafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafira Rûsyayê ya ku 6 kes tê de bûn li Efxanistanê ket.

Li gorî agahiyan, li bakurê Efxanistanê li eyaleta Bedaxşanê balafireke rêwiyan ket.

Rêvebirê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Parêzgeha Bedexşanê Zebîhulah Amîrî têkildarî balafira ku ketiye daxuyanî da.

Li gorî nûçeyên medyaya Efxanistanê, Amîrî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Çiyayê Tophakayê ya ku dikeve navbera herêmên Kuran-Muncan û Zibakê balafireke rêwiyan ketiye.

Amîrî ragihand ku ji bo qezaya ku serê sibehê çêbûye tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê çûye cihê bûyerê.

Rûsayayê daxuyanî da

Rêveberiya Hewayê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke Rûsyayê ya ku 6 kes tê de bûn, piştî ku gihîştiye Efxanistanê ji radarê derketiye.

Rêveberiyê herwiha diyar kir ku cureyê balafirê Farcon 10 e û çêkirina Fransayê ye.

Rêveberiyê da zanîn ku balafir ji Hindistanê rabûye û diçû Moskowê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst